Ji Însiyatîfa Gel a Botanê banga beşdariya li şoreşa Rojava
Ji Însiyatîfa Gel a Botanê banga beşdariya li şoreşa Rojava
Ji Însiyatîfa Gel a Botanê banga beşdariya li şoreşa Rojava
Însiyatîfa Gel a Botanê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li gelê Botanê kir ku yekser beşdarî şoreşa Rojava bibe.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rêxistinên El Qaîdeyê yên xwe weke Misliman nîşan didin li Rojava li dijî gelê Kurd dest bi êrîşeke giştî kirine û hat ragihandin ku tê xwestin li welêt şerekî Ereb-Kurd bê derxistin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi vê armancê bi sedan Kurdên sivîl hatien kuştin û hat gotin, "Ev, rêxistinên munafiq in ku pîvanên şer jî nas nakin. Oldarên qaşo yên ji mizgefan fetwayên kuştin û namûsa Kurdan helal e didin, her şêweyên adiyane rewa dibînin."
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk piştgiriyê dide van çeteyan û hat destnîşankirin ku ev, wê ji Kurdistanê bên xalîkirin û Kurdistanê azad bibe.
Însiyatîfê bang li tevahiya gelê Kurd kir ku li dijî komkujiya li Rojava tevlî berxwedan û serhildanê bibe û ji gel û ciwanên Botanê jî xwest, yekser cihê xwe di nava şoreşa Rojava de bigirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di demeke li Rojava komkujî tê kirin de, cejn nayê pîrozkirin û hat gotin, "Di demeke ku xwîn ji aliyekî me tê, li Rojava berdêlên mezin tên dayîn, têkoşîna hebûn û tinebûnê tê meşandin, ne exlaqî ye ku cejn were pîrozkirin."