Ji Însiyatîfa Gel a Kurdistanê banga 9'ê Cotmehê

Ji Însiyatîfa Gel a Kurdistanê banga 9'ê Cotmehê

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê bi gotina, "Komploya navneteweyî ya bê encam maye, em dikarin bi azadkirina Rêber Apo bi temamî têk bibin" bang li Kurdistaniyan kir ku ji îro heta 9'ê Cotmehê dakevin qadan.

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, bi wesîleya 9'ê Cotmehê salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 9'ê Cotmehê di kesayetiya Ocalan de bi armanca astengkirina şoreşa Kurdistanê ya azad û demokratîk hatiye kirin û hat gotin, "Diyar e ku hêzên hegemonîk û statukoparêz beriya 14 salan xwestine bi komploya navneteweyî re di kesayetiya Rêber Apo de dest li şoreşa Kurdistanê ya li Rojhilata Navîn belav bibe, wer bidin. Komploya 9'ê Cotmehê, di kesayetiya Rêber Apo de pêşîgirtina li gelên ber bi azadiyê ve dimeşin e."

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û berxwedana gelê Kurd, komploya navneteweyî bi giranî pûç kirine û got, "Îro Rojhilata Navîn ji avabûna neteweya demokratîk a Kurd a bi pêşengiya Rêber Apo û PKK'ê re şahidiyê dike, gelê Kurd bi coşeke mezin beşdarî pêvajoya serketin û fînalê ya têkoşîna Kurdistana xweser û azad, dibe."

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê destnîşan kir ku pêvajoya bi Newroza 2013'an re ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin ji bo dewleta Tirk firsenda dawî ya "jiyana bi hev re ya li welatekî hevpar" e û ev xal destnîşan kir: "Dewleta faşîst a AKP-TC vê firsenda dîrokî bi neyînî bikar tîne û nêzîkatiyeke ne cidî nîşan dide. Hewl dide ku di nava şert û mercên nû de rêbazeke nû ya meşandina qirkirin û asîmîlasyonê biafirîne. Dewleta Tirk a ne cidî nêzî Rêberê me û pêvajoyê dibe, dê di binê pêvajoyê de bimîne."

Însiyaîfa Gel diyar kir ku di şûna li benda kar û barên AKP'ê de divê gelê Kurd seferberiya avakirina Kurdistana azad û xweser têxe rojeva xwe û got, "Bi nêzîkbûna 14. salvegera destpêkirina komploya navneteweyî re, em îsal weke sala azadkirina Rêber Apo îlan dikin." Însiyatîfê bang li gelê Kurd kir ku di 9'ê Cotmehê de rabe serhildanê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Komploya navneteweyî ya bê encam maye, em dikarin bi azadkirina Rêber Apo bi temamî têk bibin. Divê tevahiya gelê me, ji îro û pê ve heta 9'ê Cotmehê beşdarî serhildanên ji bo azadiya Rêber Apo bibe. Pêwîste di 9'ê Cotmehê de derabe û kontakt bên girtin, kes neçe dibistan û kar, ji zarokan heta kal û pîran her kes li qadan azadiya Rêber Apo biqîrin."