Ji Însiyatîfa Gel a Kurdistanê banga tevlibûna mîtînga Amedê
Ji Însiyatîfa Gel a Kurdistanê banga tevlibûna mîtînga Amedê
Ji Însiyatîfa Gel a Kurdistanê banga tevlibûna mîtînga Amedê
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand û bang kir ku divê her kes tevli Mîtînga 1’ê Îlonê ya li Amedê li Qada Îstayonê pêk tê û mîhrîcana ‘Rizgariya Demokratîk û Jiyaneke Azad’ ya li Çiyayê Bagok a Mêrdînê pêk tên, bibin.
Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku divê her kes bi armanca piştgiriyê bide Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana Rojava, tevli mîtîngan bibin. Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku desthilatdariya AKP’ê di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de xwe dixapîne û wiha pê de çû: “Li Rojhilata Navîn hêzên emperyalîst û statukoyî ji bo desthilatdariya xwe û gel jî ji bo jiyaneke azad berxwedaneke mezin têdikoşe û şer dimeşîne. Di pêvajoyeke bi vî rengî de em 1’ê îlonê pêşwazî dikin. Di serî de gelê Kurdistanê û hemû gelên Rojhilata Navîn, bi serhildan û şoreşan nîşan daye ku heta ku jiyaneke azad û demokratîk pêk neyê, jiyaneke koledar qebûl nakin. Van berxwedan û serhildanên gel hevsengiya berjewendiyên qirêj yên serdestan têk biriye. Ev hêzên global, ji bo înşakirina pergala xwe, ne tenê li dijî şoreşa demokratîk a gelan, di heman demê di navbera hev de jî şerê berjewendiyê dimeşînin. Ev hêzên global û dewletên paşverû li ser Rojhilata Navîn hesaban dikin. Ev şerên tên jiyîn li aliyekê trajediyên mezin bi gel didin jiyan û li aliyê din jî ji bo rizgariya demokratîk û jiyaneke azad jî dibe derfet.
AKP MIJUL DIKE
Însiyatîfê da zanîn ku AKP’ê di mijara daxwazên kurdan de taktîka mikulkirinê didomîne û her wiha hewcedariyên pêvajoya ku serokatiya me daye destpêkirin nayne cih û hat gotin ku ‘Hamleya Înşakirina Jiyaneke Azad û Rizgariya Demokratîk’ bi hewldanên Serokatiya me û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tê meşandin.
AKP dîsa di nava hesabên mijulkirinêde ye. Tu daxwazeke gelê kurd qebûl nake û perwerdeya zimanê dayikê red dike. Dibêje perwerdeya kurdî dê zirarê bide zimanê fermî. Ji bo zimanê xwe zimanê me qebûl nake. Ji ber vê jî ji zîhniyeteke bi vî rengî bendewariya guherîn û demokrasiyê saftiye.
BI MÎTÎNGÊN AMED Û MÊRDÎNÊ BANGA TEVLIBÛNÊ
Însiyatîfê 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir û banga tevlibûnê ya ji bo Mîtînga Amedê û mîhrîcana li Çiyayê Bagok a Mêrdînê pêk tê, kir. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Em di serî de 1’ê îlonê li hemû Gelê kurd û gelên cîhanê pîroz dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku di 1’ê îlonê de tevli mîtînga Amedê bibin. Ji bo xwedîderketina li Rojava emê li Qada Îstasyonê bin. Her wiha em bang li hemû gelê xwe yê Mêrdîn û navçeyên wê dikin ku tevli Mîhrîcana ‘Jiyaneke Azad û Rizgariya Demokratîk’ a li Çiyayê Bagok pêk tê bibin.”