Ji Însiyatîfa Gel a Mêrdînê banga 9'ê Cotmehê

Ji Însiyatîfa Gel a Mêrdînê banga 9'ê Cotmehê

Însiyatîfa Gel a Mêrdînê bang li şêniyên bajêr kir ku di roja 9'ê Cotmehê de jiyanê bitevizîne û beşdarî meş û serhildanên li Mêrdîn û navçeyên wê bibe.

Însiyatîfa Gel a Mêrdînê, bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuaniyeke nivîskî weşand.

Însiyatîfê ragihand ku gelê Kurd bi asta xwe ya zanebûn û rêxistinbûyînê, hem dewleta Tirk hem jî hêzên emperyalîst tirsandiye û têkoşîna 30 salan, hemû xeyalên van hêzan pûç kiriye û hesta azadiyê mezin kiriye. Însiyatîfê got, "Li hemberî vê yekê, dewleta Tirk û hêzên li qada navneteweyî, li rê û rêbazên tinekirina Rêber Apo û tevgera azadiyê geriyane. Van hewldanên xwe 30 salan bi ser nexistin. Vê carê bi dehan dewlet, îstîxabarat û nokerên hundirîn xistin dewrê û komployeke mezin meşandin."

Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama vê komployê de ev 15 sal in dîl hatiye girtin û hat destnîşan kir ku gelê Kurd bi berxwedan û rêxistinbûyîneke bêhempa bersiv daye vê komployê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan mîna berê, dê ji niha û pê ve jî têkoşîneke xurt bimeşînin û wiha hat gotin:

"Rêberê azad, gelê azad e. Gelekî Rêberê wê ne azad be, ew jî ne azad e. Bi vê wesîleyê em li Mêrdîn û hemû navçeyên wê ji îro ve dest bi meş û serhildanên xwe dikin û emê di 8-9'ê Cotmehê de bilind bikin. Werim em li Qoser, Nisêbîn, Dêrik, Kerboran û Strewrê û li qadên din ên Mêrdînê xeleke ji agir ava bikin. Divê gelê Kurd di 9'ê Cotmehê de derabe û kontaktan bigire, neçe dibistan û kar û li qadan azadiya Rêber Apo biqîre."