Ji Însiyatîfa Gel a Mûşê banga beşdariya li çalakiyên 14'ê Kanûnê
Ji Însiyatîfa Gel a Mûşê banga beşdariya li çalakiyên 14'ê Kanûnê
Ji Însiyatîfa Gel a Mûşê banga beşdariya li çalakiyên 14'ê Kanûnê
Însiyatîfa Gel a Mûşê da xuyakirin ku ewê li hemberî komkujiya li Geverê bêdeng nemînin û ji bo meşên li navenda Mûş û navçeya Kopê yên protestokirina komkujiyên Gever, Vartînîs û Kopê, banga beşdariyê kir.
Însiyatîfa Gel a Mûşê der heqê qetilkirina Mehmet Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokçû ji aliyê polîsan ve, daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga serhildanê li gel kir.
Di daxuyaniya însiyatîfê de hat gotin, "Duh Vartînîs, Kop, îro jî Gever. Dê gelê Kurd li hemberî van komkujiyan bêdeng nemîne." Însiyatîfê bang li gelê Mûşê kir ku li dijî komkujiyan dakevin qalan û got, "Emê bi xwedîderketina li hevalên xwe yên şehîd re nîşan bidin ku em li hemberî komkujiyan bêdeng nînin, yên komkujî kirine, lanet dikin."
Di daxuyaniyê de ji bo meşên li navenda Mûş û navçeya Kopê yên protestokirina komkujiyên Gever, Vartînîs û Kopê, banga beşdariyê kir û hat gotin, "Em 14'ê Kanûnê weke roja xwedîderketina li bîranîna şehîdên xwe îlan dikin. Em bang li tevahiya gelê Mûşê dikin ku beşdarî van çalakiyan bibe û li dijî zilmê rawest e."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çalakiya li Mûşê ya saet 14:00 wê bi beşdariyeke xurt ji Gimgimê, çalakiya li Kopê ya saet di 12:00 de jî bi beşdariyeke xurt a ji Milazgirê pêk were. Di dawiya daxuyaniyê de banga hestiyariyê hat kirin.