Ji Însiyatîfa Gel a Şirnexê banga beşdariya pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê
Ji Însiyatîfa Gel a Şirnexê banga beşdariya pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê
Ji Însiyatîfa Gel a Şirnexê banga beşdariya pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê
Însiyatîfa Gel a Şirnexê, ji bo pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê yên ji îro û pê ve li gelemperiya bajêr destpê dikin, banga beşdariya girseyî kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tevî pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê, wê ji bo piştgiriya gelê Rojava û şermezarkirina komkujiyên çeteyan, roja 17'ê Tebaxê li navçeya Cizîrê ji bo şevekê bi awayekî girseyî nobed bê girtin.
Însiyatîfa Gel a Şirnexê da xuyakirin ku netewa Kurd di pêvajoyeke berpirsyariyên wê yên dîrokî ji her demê zêdetir bûye, derbas dibe û got, "Bi pêngava Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad a Rêber Apo daye destpêkirin re, têkoşîna me ya azadiyê ji her demê bêtir xurt e û weke netewa Kurd emê serketinê bi fedekarî û lehengiyeke mezin ava bikin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di dîroka her netewan de bûyerên girîng hene ku mora xwe li jiyana mirovan xistine û ji bo gelê Kurd jî 15'ê Tebaxê tê vê wateyê.
Di daxuyaniya Însiyatîfê de di kesasyetiya Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) de hemû têkoşerên di rêya azadiya Gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane hat bîranîn û soza serxistina têkoşînê hat dûbarekirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ji aliyekî ve em heyecana salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê dijîn, ji aliyê din ve jî ji ber dîlgirtina Rêber Apo û komkujiyên li hemberî gelê me yê li Rojava, em xemgîniyê dijîn." Însiyatîfê bang li gelê Şirnexê kir ku bi giyan û coşa serhildanê tevlî pîrozbahiyên pêngava 15'ê Tebaxê bibe.
Însiyatîfê diyar kir ku Serhildanên wan wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwedîderketina li şoreşa Rojava û ji bo bîranîna hemû şervanên di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane, bê meşandin.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Li ser vê bingehê pîrozbahiyên me bi 12'ê Tebaxê re destpê kirine. Her roj wê li taxekê pîrozbahî hebin û di demên diyarkirî de bi awayekî navendî pîrozbahî werin lidarxistin. Em bang li tevahiya gelê Şirnexê dikin ku bi hêzeke mezin û bi giyana serhildanê beşdarî pîrozbahiyan bibe."
Însiyatîfa Gel a Şirnexê, dem û cihê pîrozbahiyên navendî jî weha eşkere kir:
12 Tebax: Hezex
13 Tebax: Basa û Elkê
14 Tebax: Qilaban
15 Tebax: Şirnex
16 Tebax: Silopî
Di daxuyaniyê de her weha hat destnîşankirin ku ji bo xwedîderketina li berxwedana Rojava, şermezarkirina çeteyan û piştevanên wan, teşhîrkirina Ozgur-Der, ÎHH û komeleyên mîna wan ên piştgiriyê didin çeteyan, wê roja 17'ê Tebaxê li navçeya Cizîrê ji bo şevekê bi awayekî girseyî nobed bê girtin.