Ji însyatîfa gel a Kurdistanê banga serhildanan
Ji însyatîfa gel a Kurdistanê banga serhildanan
Ji însyatîfa gel a Kurdistanê banga serhildanan
Însyatîfa gel a Kurdistanê, piştî qetilkirina Mehmet Reşîd Îşbîlir û Veysel Îşbîlir daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li hemû gelê Kurd hate kirin ku sibe li hemû navendan bejdarî li xwepêşandanan bikin.
Însyatifa gel a Kurdistanê, di daxuyaniyê de destnîşan dike ku, pêwîste gelê Kurd bi awayekî herî bi heybet xwedî li Mehmet û Veysel Îşbîlir yên ku dûh di dema êrîşên liser goristanên gerîlayan dihatin şermezar kirin de ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin derkevin.
Di daxuyaniya Însyatîfê de wiha tê gotin: “gelê meyê welatparêz yên Kurdistanê; polîsên ku di şexsê Tayyîp Erdogan û Fethullah Gûlen de wehşî û hovane bûne pêwîste bi awayekî rehet li Kurdistanê negerin. Rewşek ku mirov jêre sebir bike tûneye. Pêwîste her ciwanekî Kurd vê wekî erkekî ji bona xwe bibîne. Dijmin di axa mede, li bajarên mede, li taxên mede û heta li nav kolanên me dema geriyan pêwîste wekî amanca lêdanê bê zanîn. Di vê çerçovêde em hemû kesên ku jibona dijmin sîxûrtî dike û alîkarî dike hişyar dikin ku ewê di amanca mede bin.”
Di dawiya daxuyaniyêde tê gotin ku: “ Pêwîste hemû Kurdên ku li bajarên lê dijîn, sibe meş û xwepêşandanên ku li wan bajaran têne lidarxistin bi awayekî herî bi heybet bejdarî têda bikin.”