Îsraîlê weke jesta ji bo ji nû ve destpêkirina muzakereyên aşitiyê yên bi Serokê Rêveberiya Filistînê Mehmûd Ebas re 91 cenazeyên milîtanên Filistînî, li Şerîa Rojava radestê Filistîniyan kir.
Rayedarên Filistînî dan diyarkirin ku cenaze yên milîtanên Filistînî yên ji salên 1970’yan ve çalakiyên xwekujî li dar xistine û an jî di çalakiyên cûda yên li hemberî Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane ne.
Cenaze li Îsraîlê xistin hindurê darbestan, piştî ku anîn axa Filistînê hatin derxistin. Berpirsê vî karê yê Filistînî Kerîm Xîleh diyar kir ku cenaze li peravên Çemê Şerîayê danîbûn.
Ji vana 80 cenaze biririn Ramallahê û 11 cenazeyên din jî birin Şerîda Xezze ya di bin kontrola Hemasê de. Dê li her du cihan jî merasimên bîranînê pêk bên.
Berdevkê hikûmeta Îsraîlê Mark Regev got; “Em hêvîdar in kue v jesta mirovahî pêbaweriyê û baweriya bi pêvajoya aşitiyê xurt bike.” Regev got; “Îslraîl bê şert û merc ji bo destpêkirina muzakereyan amade ye.”