Ji îstîxbarata Îngilîzan piştgirî bo muxalîfetên Sûriyeyê

Ji îstîxbarata Îngilîzan piştgirî bo muxalîfetên Sûriyeyê

Rojnameya Sunday Times ya Îngilîzan ragihand ku, îstîxbarata Îngilîzan ji baregeha leşkerî ya Qibrisê di hinek çalakiyên serkeftî yên li dijî rêveberiya Şamê de alîkarî daye Artêşa Sûriyeya Azad. Rojnameyê diyarkir ku, îstîxbarat li ser Tirkan re daye muxalîfên Sûriyeyê.

Rojnameya ku cara yekem rola teşkîlata îstîxbarata Îngilîz ya li dijî rejima Sûriyeyê derxistî holê, ev îdîa sipartina muxalîfekî Sûrî yê ji rojnameyê re axiviyî. Muxalîfê Sûriyeyê got, rayedarên Îngilîz yên baregeha leşkerî ya Îngilizan li ser Tirkiyeyê re îstîxbaratên veşartî dane milîtanên Artêşa Sûriyeya Azad û “sedê sed piştgiriyê didin wan.”

Muxalîfê Sûrî da diyarkirin ku, teşkîlata îstîxbarata Îngilîz ya Qibrisê ji nêz ve bûyerên li Sûriyeyê dişopîne, her wiha Îngilîz ji vê şopandinê gelek tiştan keşif dikin. Muxalîfê Sûrî anî ziman ku, “Îngilîz van agahiyan dide Tirkan, piştre em û Amerîkayî van agahiyan ji Tirkan digirin.” Li gorî muxalîfê Sûrî heya niha agahiya herî rast ji liv û tevgera artêşa Sûriyeyê ya li Helebê hatiye girtin. Li Heleba ku qismek wê di destê muxalîfan de ye, ev 2 hefteye pevçûnên dijwan tên jiyan kirin.