Ji jinên Colemêrgî meşa meşaleyî
Ji jinên Colemêrgî meşa meşaleyî
Ji jinên Colemêrgî meşa meşaleyî
Tevgera Jİnên Azad û Demokratîk (DOKH) biboneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê li Colemêrgê meşekî meşaleyî li darxist.
Li Colemêrgê jinên ku di bin pêşengiya DOKH li Taxa Berçelan hatin gel hev û meş pêkanîn. Meşa ku rêveberên BDP’ê jî di nav de heyî gelek jin tevlîbûn. Jinên ku pankarta wêneyên 3 jinên Kurd yê li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez heyî hilgirtin, bi meşaleyan meşiyan. Di meşa ku siloganên “Rêheval Sakîne bêmirine”, “Soza we soza me ye, rêya we rêya me ye”, “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin qîrîn û li Ocaxa Tenduristiyê ya Hêjmar 3 bidawî bû. jinan li ber dehol û zirneyan govend girêdan.