Ji jinên Rojavayî û Sûriyeyê biryar têkoşîna hevpar

Ji jinên Rojavayî û Sûriyeyê biryar têkoşîna hevpar

Kongreya Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê ku li bajarê Qamişlo bi beşdariya jinên ji neteweyên cuda hate lidarxistin, bi avakirina komîtiyan û biryarên girîng bidawî  bû. Di konferansê de biryara têkoşîna hevpar hate girtin.

Li Qamişlo di bin slogana ‘’Jin bi hemû netew û olên xwe, ji ber ku jine yekin‘’ Kongra Înîsiyatîfa Jinên Sûriyê bi beşdariya jinên ji Heleb, Dêr Elzorê û Hesekê tê lidarxistin.

Kongreya Damezirîner a Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya sedan jinên ji neteweyên cuda hate lidarxistin. Di kongreyê de nûnerên Rêxistina Kombûna Sûriyeya Dayikê, Komîteya Jinên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Komîteya Jinên Partiya Çep, Komîteya Biratiya Gelan a Heleb û Efrînê, Komeleya Êzidiyan a Helebê, Lijneya Jinên Partiya Yekîtiya Suryaniyan, Lijneya Jinan a Rêxistina Demokratîk a Asuriyan, Lijneya Jinên Partiya Lîberal a Kurdî li Sûriyê û Lijneya Jinan a Partiya Demokratî Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê, nûnerên Yekîtiya Star ên Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Dêrik, Dirbêsiyê û Tirbespiyê, Endama Desteya Bilind a kurd Îlham Ehmed, nûnerên saziyên civaka sivîl, Rêxistina Mafê Zarokan a Hesekê, nûnerên Rêxistina Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li Qamişlo amade bûn.

Di kongreya ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de axaftina vekirinê ji aliyê Şamîran Şemûn ve hate kirin. Şemûn, di axaftina xwe de li ser têkoşîna jinê rawestiya û bal kişand ser rola jinê ya di despêkirina civakê de.

Piştre dîwana kongreyê ku ji hemû pêkhateyên jinan pêk dihat hate hilbijartin. Piştre peyamên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Komeleya Rewşenbîrî ya Suryaniyan li Sûriyeyê û Partiya Çep a Demokratîk li Sûriyê hatin xwendin. Di peyaman de Kongreya Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê li hemû jinan hate pîrozkirin.

Piştî peyaman, ji sala 1963’yan û heta roja îro li ser dîroka jinê ya li Sûriyeyê nivîsek hate xwendin. Piştre pêşnumayên armanca înîsiyatîfê, xalên bingehîn û komîteyên ku divê bêne avakirin hatin xwendin.

Di kongreyê de zagonên giştî yên jinê ku hatibûn amadekirin hatin xwendin û xal bi xal li ser nirxandin hatin kirin. Piştî nirxandinan jî biryar hate girtin jib o ku 30 zagonên jinan di destûra bingehîn a Sûriyeyê de cihî bigirin, têkoşîn bê dayîn.

Ji bo ku kar û barên înîsîyatîfê bi awayekî birêkûpêk bêne meşandin di kongreyê de komîteya giştî, komîteya çapemenî û arşîvê, komîteya zagon û mefdariyê û komîta aborî hatin avakirin. Kongre piştî nîqaşên berfireh, bi hilbijartina Seroka Înîsîyatîfê û 2 alîkarên wê, her wiha 6 endamên rêveberiyê bidawî bû.

Encamnameya kongreyê wê sibe bê aşkerakirin.