Ji Kastamonû heya Dêrsimê 88 roj
Ji Kastamonû heya Dêrsimê 88 roj
Ji Kastamonû heya Dêrsimê 88 roj
Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Sêrt ku di çalakiya 4’ê Gulana 2011’an de li dijî karwana Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp ERdogan ê ji mitîngê vedigeriya pêkhat de bû, behsa meşa xwe ya 88 rojan ji Kastamonu heya Dêrsimê kir.
Gerîla Mazlûm Sêrt sala 1980’an de li Sêrtê tê cîhanê. Piştî komploya navnetewî ya lid ijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî nava refên gerîla dibe. Heya 2003’an li Qadên Parastina Medyayê dimîne. 2003’an derbazî herêma Dêrsimê dibe. Sala 2004’an jî derbazî herêma Koçgirî dibe û piştî demek diyar dîsan vedigere Dêrsimê. Di sala 2008’an de jî derbazî herêma Behra Reş dibe. Ji ber şert û mercên Behra Reş nedizanin ji bo xweparastina werza zivistanê dîsan vegeriyan Dêrsimê. Di sala 2009’an de dîsan derbazî herêma Behra Reş dibin. Mazlûm Sêrt ku ji sala 2009 heya 2011’an li Behra Reş gerîlatiyê dike, her wiha têkildarî çalakiya 4’ê Gulana 2011’an li dijî karwana Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan pêktê ji ANF’ê re axivî.
‘JI BO MISÎLEMEYÊ EM LI BENDA 4’Ê GULANÊ MAN’
Sêrt da diyarkirin ku, li beramberî “Çareserkirina Pirsgirêka Kurd bi Rêbazên Aştiyane û Demokratîk” ya sala 2009’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkiri, dewelata Tirk bi operasyonên leşkerî û siyasî bersiv da û wiha got: “Rêbertiya me di sala 2009’an de ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin pêvajoyek da destpêkirin. Hikumeta AKP’ê li beramberî Rêbertiya me, piştî di hilbijartinên herêmî ên 2009’an de windakir, dest bi operasyonên siyasî û leşkerî kir. Lê belê Rêbertiya me lêgerînên xwe xirab nekirin û pêvajo heya 2011’an anî. Dewlata Tirk ya li beramberî vê tu pêngav ne avêtin, destbi pêkanînên mijolkirin û faşîzane kir. Her wiha operasyonên leşkerî û qirkirina siyasî da berdewam kirin. Di operasyonên leşkerî de gelek hevalên me şehîd ketin. Li beramberî van şehadetan pêwîstbû me jî mafê xwe yê xwezayî yê misîlemeye bikar anîba. Li ser vê bingehê ji bo bersivdayînekî hem siyasî û hem leşkerî, li dijî karwana R. Tayîp Erdogan ku dê li Kastamonu mitîng pêkanîba, em li benda 4’ê Gulanê man.”
‘ME WESAYÎTA POLÎS HEDEF GIRT’
Sêrt anî ziman ku, wan li dijî karwana ERdogan ya ji mitînga Kastamonuyê vedigeriya çalakî pêkanî û têkildarî çalakiyê ev tişt gotin: “Agahiya me jê hebû dê Erdogan li Kastamonu mitîngê pêkbîne. Ji ber vê me rêya diçû Kastamonu keşif kir. Sibeha 4’ê Gulanê me bi komek ya 5 kesî li ser rêya Kastamonu kemîn avêt. Hem ji ber ku şert û merc guncaw nebûn û hem jî me dizanî di mitînga Kastamonu de bangêriya şer dike, me nexwest li dijî wesayîtên leşkerî ên sibehê derbazbûn çalakî pêkbînîn. Ji bo em bersivekê bidin vê bangêriya şer ya ERdogan , dema ku ji mitîngê vegeriya me xwest çalakiyekê li darbêxîn. Bi vê armancê me cihê xwe girt û em man li benda karwanê. Ji ber sedema operasyonên qirkirina siyasî me xwest polîsên ku eskortiya karwanê dikin bikîn hedef. Ajovan mir û wesayît jî îmha bû. Armanca me siyasetmedar nebûn. Armanca me em bersivek siyasî û leşkerî bidin Tayîp ERdogan. Li ser vê armancê me çalakiya xwe pêkanî û em ji cihê çalakiyê dûr ketîn.”
‘ARTÊŞA TIRK PIŞTÎ ÇALAKIYÊ OPERASYON DA DESTPÊ KIRIN’
Sêrt da diyarkirin ku, piştî çalakiya Kastamonuyê artêşa Tirk operasyonekî mezin da destpê kirin û bi berdewamî wiha axivî: “Artêşa Tirk piştî çalakiyê operasyonekî mezin da destpê kirin. Ji ber ku me dizanî dê operasyon pêkbê, me tedbîrên xwe girtibûn. Weke din jî me şêweyê tevgerkirina artêşa Tirk ya li herêma Behra Reş jî baş dizanî. Şêweyê tevgerkirina artêşa Tirk ya li herêma Behra Reş li ser îxbarêye û di vê rastekê de jî kemînê bi avêjin cihekî diyar. Dema ku me tevger nekiriba em bihêsanî ji nava operasyonê derdiketin. Ji ber vê çendê dema ku em ji cihê çalakiyê dûr diketin, êdî me kêm tevger dikir. Heta ku kemîn bidawî dibûn me wisan tevger dikir. Piştî 20 rojan kemîn rabûn, me dest bi tevgerê kir. piştî demeke diyar, ji ber tevgera me îxbar çêbûn û artêşa Tirk jî li dijî cihê me le tevger dikir operasyon pêkanî. Weke din jî ji ber barîna baranê li herêmê şûnpêyên me diyar bûn. Bi vî awayî cihê tevgera me jî diyar bû. Armanca me we bû em derbazî Karabuk, Zonguldak û Bartinê bibin. Lê belê ji ber ku em ji komên din dûrbûn, me biryar da em dîsan vegerin. Piştî em roja duwem biawayek şil vegeriyan, em gihan cihê xwe û şev li wir man.
Sibehê piştî me keşif kir, li cihê daristanî me agir pêxist û xwe zuha kir. Piştî wê me taştê xwar û careke din erzaqê xwe xist çanteyên xwe. Ji ber ku me dizanî leşker li eraziyêne, hevalê Salih dûrbîn bir û çû keşfê. Du hevalên din jî ji cihê me dûr radiwestiyan. Ez û hevalê Seyîd li nuqtê mabûn. Hevalê Salih dema ku ji gir kete nava daristanê ji aliyê leşkeran ve hate gulebaran kirin û birîndarbû. Hevalê Seyîd jî dema ku bezî cihê gule lêdihatin ji aliyê leşkeran ve bisûîqestê hate şehîd xistin. Piştî wê gulereşandin nuqtê. Hevalê Koçer jî ji nuqteyê dûr birîndarbû û hewilda ji nuqtê dûr bikeve. Li beramberî gulebarana leşkeran ya zêde ez ji nuqteyê dûrketim û min xwe da cihek bilind. Ez nîv demjimêrê li benda hevalên xwe mam. Dema ku min fêm kir nayên ez ji cihê operasyonê dûr ketim.”
‘EZ ROJÊ 13 DEMJIMÊRAN DIMEŞIYAM’
Sêrt da zanîn ku, ji bo çalakî û rewşa piştî çalakiyê ji yekîneyên din ên gerîlayan re bêje, ber bi Amasyayê ve çû û dema rêwîtiya xwe wiha vegot: “Jib o ez hevalên xwe ên din bibînim û rewşê jêre bêjim ez ber bi Amasyayê ketim rê. Ez 22 rojan rê çûm. Li rexmî ku min erazî jî nedizanî, bi saya xerîteyan min rê şaş nekir. Bi vî awayî herêmên ku min karîba roj lê bimeşim, ez roj dimeşiyam ên ku min nedikarî roj bimeşim ez şev dimeşiyam. Rojên ku ez nemeşiyabama ji bo min weke salekê dirêj dibûn. Lê belê her roj ez 13 demjimêran dimeşiyam. Di milê erzaq de jî pirsgirêkên min tune bûn. Ji ber ku li herêma Behra Reş me erzaqê 25 rojan li gel xwe digirt. Operasyon jî tunebûn. Lê belê dema ez di hinek gund û navçeyan re derbaz dibûn risk hebû. Dema ku ez ji navçe û gundan derbazdibûn, ji ber liv û tevgera heya demjimêrên direng, ez radiwestiyam. Bi vî awayî piştî meşa 22 rojan ez giham kampa me ya Amasyayê. Li rexmî ku min zanî cihê kampa me deşîfre jî bûye ez 7 rojan li benda hevalan mam. Berberê êvarî ya roja 8’mîn bû, li jor dengek hat. Min nezanî ew deng yê kê ye, lê bi hêviya ku hevalên me ne, ez ya roja din jî ez mam. Dema ku min zanî hevalên me nînin, min notek danî cihê xwe û ez çûm. Lê belê komek ya 60 kesî ya leşkeran û li gel wan jî sivîlek heyî ber bi kampa ez lê dimam ve hatin. Ji ber erazî daristanî bû, ez ferq nekirim, min erzaq girt û ber bi Tokat-Reşadiyeyê ve cihê Ş. Celal lê dima ve çûm.”
‘PIŞTÎ 25 ROJAN EZ BER BI DÊRSIMÊ VE ÇÛM’
Sêrt anî ziman ku, piştî 25 rojan meşiya gihaye Tokat-Reşadiyeyê û ev tişt vegotin: “Piştî ez 25 rojan meşiyam giham kampa me ya li Tokat-Reşadiyeyê. Ez li wir li hevalên me geriyam le min nedîtin. Min got belkî hevalên me notekhiştibe, ez li herderê geriyam lê çi not nehiştibûn. Ev kampa me jî deşîfre bibû. Ji ber ku erzaqê min xilas bibû, ez çûm cihê me lê erzaq veşartibû. Min qasî têra min bike erzaq girt. Dema min erzaq girt, ez 20 metreyan dûrketim, min dît leşkarn kemîn avêtiye, li ser vê min xwe da cihek bilind û ez li wir mam. Piştî nîv demjimêrê yek ji nava daristanê derket dijûn gotin û careke din ket nava daristanê. Ez jî piştî deng ji wir dûrketim. Piştî vê nuqteyê min fêm kirk u ez li herêma Behra Reş hevalên xwe peyda nakim û ez ber bi Dêrsimê ve ketim rê.”
‘PIŞTÎ 2O ROJAN EZ LI KOÇGIRIYÊ BÛM’
Sêrt da diyarkirin ku, piştî 20 rojan meşiya giha Koçgiriyê û wiha got: “piştî ez 20 rojan meşiyam ez giham Koçgiriyê. Min ji welatparêzên me ên diçûn zozana pirsa hevalan kir. hinekan got heval nehatine. Li ser rewşek wiha ez nerawestiyam, min erzaqê xwe girt û ber bi Dêrsimê ve çûm.”
‘ŞEHÎDAN HÊZ DA MIN’
Sêrt bilêv kir ku, ew li Geliyê Elî gihaye gerîlayên PKK’ê û ew kêlî wiha vegot: “ dema ku ez ketim eraziyê Mûnzûrê, gel derbazî zozanan bibû. min pirsa hevalan kir. wan jî got me nedîtine. Yek ji qadên stratejîk yên gerîlayan Geliyê Elî bû ez çûm wir. Min destpêkê gerîlayên TÎKKOCU dîtin. Min pirsa hevalan ji wan kir. piştî ku gotin nêzin, ez ber bi cihê heval lêne meşiyam. Êdî kabûsên min nemabûn. Ez pir bi xurûşbûm ku digihim hevalên xwe. Êdî ji bo min rêyên zehmet xilas dibûn. Dema ku ez dimeşiyam berxwedana zindana Amedê di serê min de hebû. Min ji hevalên şehîd hêz digirt. Bi vê hêzê ez 88 rojan meşiyam. Dema ku ez giham hevalan min kêliyan hestiyar jiyan kirin. Hevalên ez jî dîtim ji bo wan bû surprîz. Dema ku min rewşa sê mehan ji hevalan pirsî gotin, gelek heval şehîd ketine. Dema ku min zanî piştî çalakiyê hevalê Koçer 50 rojan bibirîndarî meşiyaye û li gundekê bi leşkeran re dikeve pevçûnê û şehîd ketiye, di milê hestiyarî de ez gelek tevgav bûm.”