Ji KCD’ê bo hefteya qehremaniyê daxuyanî
Ji KCD’ê bo hefteya qehremaniyê daxuyanî
Ji KCD’ê bo hefteya qehremaniyê daxuyanî
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi munasebeta salvegera bûyeren 28'ê Adara 2006'an daxuyanî da û diyar kir ku 28'ê Adarê navê "Berxwedana Lehengî ye". KCD'ê, anî ziman ku di dîroka gelan de berxweana herî mezin e û piştgiriyek mezin daye serkeftina têkoşîna kurdan û wiha got: "Gelê kurd kesên ji bo azadî û rûmetê têkoşînê dide her tim bi serfirazî û rêzdarî bibîr tîne"
Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), der barê çalakî û serhildana kurdan a di 28'ê Adara 2006'an de ku li Amedê û bajarên derdorê dest pê kir û 3 roj û 3 şevan berdewam kir de daxuyanî da çapemeniyê. KCD'ê anî ziman ku serhildana 28'ê Adarê di nava dîrokê de cihekî gelek mezin girtiye û ji bo gel bigêje armanca xwe rolek mezin lîstiye. KCD'ê anî ziman ku di aliyekî de 28'ê Adarê komkujî ye û li aliyê din îsyana mezin a gelê kurd e. KCD'ê da zanîn ku di çalakiyên 28'ê Adarê de 7 jê zarok 13 kes li Amed, Merdîn û Êlihê hatin qetilkirin. Dîsa 200 jê zarok 600 kes kes hatin girtin. Meclisê rapora Komkujiya Roboskiyê ku ser bûyerê digire erê kir û komkujiyek din pêk anî. Gelê kurd kuştina zarokên kurd ên wekî Ugur Kaymaz, Abdullah Duran, Enes Ata, Ceylan Onkol, Aydın Erdem û yên din qet ji bîr nake.
Li gel ku 7 sal di ser kuştina zarokan re derbas bûn hêj darazê der barê kujeran de tu gav neavêtine.