Ji KCD'ê ji bo Ernarîncî peyama sersaxiyê
Ji KCD'ê ji bo Ernarîncî peyama sersaxiyê
Ji KCD'ê ji bo Ernarîncî peyama sersaxiyê
KCD'ê ji bo endamê Meclîsa xwe ya Timî û Hevserokê BDP'ê yê Mersînê Halîs Ernarîncî peyameke sersaxiyê weşand.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew bi xemgîniyeke mezin bi wefata Ernarîncî hesiyane. KCD'ê destnîşan kir ku Ernarîncî di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de ji dil ve bi azadî û demokrasiyê bawer û dilsoz bû û got, "Koçkirina hevalê me yê bi rûmet ji nava me, wendahiyeke mezin e. Bila rehma Xwedê li Birêz Ernarîncî be, di serî de nizmên wî û gelê Mersînê serê tevahiya gelê me sax be.
Em li pêşberî têkoşîna endamê Meclîsa me ya Timî û Hevserokê BDP'ê yê Mersînê Ernarîncî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, li ser navê gelê xwe ji malbata wî, xizmên wî û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Rehma Xwedê lê be. Bîranîna wî wê her tim di têkoşîna me de bijî."