Ji KCK'ê bang ji bo oxirkirina Şêrko Bêkes
Ji KCK'ê bang ji bo oxirkirina Şêrko Bêkes
Ji KCK'ê bang ji bo oxirkirina Şêrko Bêkes
KCK'ê ji bo malbata helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes peyamek sersaxiyê weşand û got, "Mirovên mîna Şêrko Bêkes, me û gelê Kurd afirandin. Em minetdarên wan e. Divê gelê Kurdistanê bi awayekî bi heybet xwedî li helbestvanê xwe derkeve."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya wefata helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes li Stockholmê, peyamek sersaxiyê weşand.
KCK'ê diyar kir ku Şêrko Bêkes helbestvanekî tevahiya Kurdistanê ye, ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn hest, hesret û nêrîne û got, "Divê gelê Kurd bi heybetî xwedî li helbestvanê xwe yê mezin derkeve. Pêwîste pêşwazîkirin û oxirkirina cenazeyê wî bi heybet be."
‘HÊZA AFIRÎNERÊN HESTAN, JI HEZA AFIRÎNERÊN QANÛNAN ZÊDETIR E’
Peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê weha ye:
"Me helbestvanê Kurd ê mezin Şêrko Bêkes wenda kirin. Em ji malbat, xizm û hemû hevalên têkoşînê yên helbestvanê mezin re sersaxiyê dixwazin.
Helbestvanê me yê mezin, hesret, evîn û êşa gelê me di mejî û dilê xwe de hîs kir û tevahiya temenê xwe diyarî jiyana azad û demokratîk a gelê xwe kir. Di wergirtina deskevtiyên gelê Kurd de, rola Şêrko Bêkes gelekî mezin e. Eger miletek nebe xwedî helbest, wêje û hunerê, nikare têkoşîna azadî û demokrasiyê bimeşîne; nikare hebûna xwe bidomîne. Wêjevan, hunermend, mirovên hest û hesreta gelekî diafirînin. Eger helbestvan, wêjevan, nivîskar nebin, jiyan jî nabe, jiyana azad jî nabe. Ji ber vê yekê, Şêrko Bêkes yek ji wan mirovan e ku me û gelê Kurd afirandiye. Em minetdarên wan e.
Hêza afirînerên hestan, ji hêza afirînerên qanûnan zêdetir e. Hêza wan her tim li cem gelê xwe ye. Emê hêza Şêrko Bêkes her tim li gel xwe hîs bikin.
‘ŞÊRKO BÊKES HEST, HESRET Û NÊRÎNA GELÊN ROJHILATA NAVÎN BÛ’
Şêrko Bêkes helbestvanê hemû parçeyên Kurdistanê bû. Ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, hest, hesret û nêrîn bû. Berhemên wî afirandine, wê ji niha û pê ve gelên Kurd û Rojhilata Navîn ji nû ve her bi afirînin.
Di warê pêşketina hestên demokrasî û azadiyê li Kurdistanê, emê para wî qet ji bîr nekin. Emê wî her tim bibîr bînin. Her tim bû dostê tevgera me ya azadiyê û her wilo ma. Di salên xwe yên dawî de ev dostaniya xwe xurtir kir. Weke Tevgera Azadiyê, emê jî her tim bi dostaniya wî re ser bilind bin.
BANGA XWEDÎLÊDERKETINÊ
Divê gelê Kurdistanê bi heybetî xwedî li helbestvanê xwe yê mezin derkeve. Pêwîste pêşwazîkirin û oxirkirina cenaze bi heybet be.
Bi dilaramî razê helbestvanê mezin! Zarokên gelê Kurd wê ji bo pêkanîna hesreta demokrasî û azadiyê ya te, her tiştê xwe feda bikin.
Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd emê helbestvanê mezin her tim bi minetdarî bibîr bînin, em deyndarên wî ne û emê wezîfeyên xwe bicih bînin."