Ji KCK’ê banga ji bo Serêkaniyê

Ji KCK’ê banga ji bo Serêkaniyê

KCK’ê derbarê êrîş û pevçûnên li Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê diqewimin de daxuyaniyek da û diyar kir ku divê firsend neyê dayîn ku pevçûneke Kurd û Ereban çêbibe û ev bang kir: Em bang li hemû gelê Kurdistanê û hemû derdorên alîgirê demokrasiyê û biratiyê dikin ku li hemberî polîtîkayên dijminane yên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Rojavayê Kurdistanê û hewldanên wê yên ji bo çêkirina dijminahiya di navbera gelan de çalakiyên protestoyî li dar bixin.”

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku ji ber êrîşên komên çekdar ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên arastekirina şerên dijwar li Serêkaniyê diqewimin û diyar kir ku berxwedana YPG’ê ya li hemberî vê yekê serkeftinê bi dest xistiye.

KCK’ê destnîşan kir ku ev bûyerên li Serêkaniyê yek ji emelên dewleta mêtînger a Tirk ên di çarçoveya planên li ser herêmê û Sûriyeyê de diqewimin û got: “Li ser esasê ku herêmê dewrê meclîseke sivîl were kirin, divê demek beriya demekê ev şer raweste, divê ne pevçûna di navbera kurd û Ereban de, divê biratiya di navbera her du gelan de were pêşxistin. Dostaniya di navbera gelên Kurd û Ereb de xwedî bingeheke dîrokî ye, divê ji bo hêzên ku dixwazin fitneyê bixin navbera wan û pevçûnan derbixin firsend neyê dayin. Li ser vî esasî, divê Kurd û Erebên li Serêkaniyê li ser esasê demokratîk, wehkevî, azad û di nava aşitiyê de bijî, ji bo vê yekê jî divê ne pevçûn û şer, divê diyalog û aşitî esas bê girtin.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:“Em bang li hemû gelê Kurdistanê û hemû derdorên alîgirê demokrasiyê û biratiyê dikin ku li hemberî polîtîkayên dijminane yên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Rojavayê Kurdistanê û hewldanên wê yên ji bo çêkirina dijminahiya di navbera gelan de çalakiyên protestoyî li dar bixin. Her wiha em bang li hemû hêzên siyasî û leşkerî yên muxalefeta rast a Sûriyeyê yên ku ne çete ne, dikin ku nekevin bin kontrola dewleta Tirk û sekneke azad û xwedî vîn nîşan bidin û li hemberî van kiryarên dewleta Tirk bibin xwedî helwest.”