Ji KCK’ê daxuyaniya Kizildereyê

Ji KCK’ê daxuyaniya Kizildereyê

KCK’ê biboneya 41’mîn salvegera qetilkirina Kizildere ku Mahîr Çayan û hevalên wan hatin qetilkirin peyamek weşand. KCK’ê di peyama xwe de ragihand ku, ew dê tekoşîna Mahîran daye destpêkirin li ser bingehê pêşeroja azad û biratiya gelan bi serkeftinê tac bikin.

Peyama KCK’ê ya Kizildereyê wiha ye: “Dewleta Tirk ya Dagirker û Faşîst beriya vê 41 sal li Kizildereyê ji pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Mahîr Çayan û hevalên wî qetlkirin. Mahîr Çayan û hevalên wî bêy ku bitirsin ji bo oxira azadî û biratiya gelên Tirk û Kurd mirin girtin berçavê xwe û tekoşîna berxwedanekî pir mezin dan. Mahîr û hevalên wî bûn rêberên gel yên rastîn û ji her demê bêhtir îro rûmeta welatparêzên Tirkiyeyê bime dan jiyan kirin. Ev berxwedana Mahîr Çayanan ku di şoreşa Tirkiyeyê de demekî dîrokiye, tekoşîna wan ya azadiyê ji bo derketina Tevgera me jî bûye çavkaniyek.

Ev tekoşîna Mahîr Çayanan îro di Tekoşîna Azadiya Kurdistanê de hîn zêdetir şênber bûye. Rêber Apo di her firsendê de dibêje, li ser esasê girêdana bi bîranînên wan ve Tekoşîna Azadiya Kurdistanê pêşve birine û tekoşîna xwe jî li ser bingehê bîranînên wan didîn berdewam kirin. Qehremantî û pêşengtiya wan ya rast ya gel îro jî rêya tekoşîna hemû welatparêzên şoreşger ronî dike. Weke ku heya niha çêbûyî, ji niha  şûnde jî didin diyarkirin ku, em dê girêdayî di serî de Mahîr Çayan, ruhê berxwedana şoreşgerên Tirkiyeyê yên 1971’an û hemû şehîdên şoreşê ve bin, her wiha li ser bingehê pêşeroja azad û biratiya gelan de dê tekoşîna ku dane destpêkirin bi serkeftinê tac bikin.”