Ji KCK’ê ji bo Eşrefiye peyama sersaxiyê
Ji KCK’ê ji bo Eşrefiye peyama sersaxiyê
Ji KCK’ê ji bo Eşrefiye peyama sersaxiyê
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo kesên di encama topbarana li dijî taxa Eşrefiye ya Helebê ku piraniya şêniya wê Kurd in peyameke sersaxiyê weşand.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li taxa Eşrefiye ya Helebê ku pêk hat û di encamê de derdora 20 kes jiyana xwe ji dest da weke “êrîşeke xwînxwar” bi nav kir.
KCK’ê ev peyam weşand: “Duh li taxa Eşrefiye ya Helebê ji aliyê hêzên rejîma Sûriyeyê ve li êrîşeke topbaranî pêk hatiye û di encamê de piraniya wan Kurd 22 mirovên me jiyana xwe ji dest dane, zêdetirê 40 kes jî birîndar bûne. Em ji bo kesên di vê êrîşa xwînxwar de jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin û ji bo birîndaran jî daxwaza şîfayê dikin.”