Ji KCK'ê ji bo Xalê Elî peyama sersaxiyê

Ji KCK'ê ji bo Xalê Elî peyama sersaxiyê

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê di peyama li ser wefata Şemsettîn Kara (Xalê Elî) de ji tevahiya gelê Kurdisatnê û malbata wî e sersaxî xwest.

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku Kara 30 salên dawî yên temenê xwe diyarî têkoşîna azadiyê kiriye û welatparêzekî mezin ê şoreşger e.

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku Şemsettîn Kara (Xalê Elî) ne tenê bi xwe bi malbata xwe re di nava têkoşîna şoreşgerî de cih girtiye û got, "Dema têkoşiya, hem ki Tirkiye hem jî li Ewropayê li zîndanan hat ragirtin. Lê belê ti zextan serî li Xalê Elî netewandiye, bûye sedem ku hîn bêtir bi zanebûn beşdarî têkoşînê bibe."

Hevserokatiya KCK'ê ragihandin ku serpêhatî û ezmûnên wî hîn bêtir wî bi PKK û Têkoşîna Azadiyê ve girêdaye û got, "Ji ber ku PKK û Tevgera Azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo, hesretên Xalê Elî timî bicih aniye. Ev tevgera ku ti carî xewn û xeyalên gelê xwe neşikandiye, bûye sedem ku Xalê Elî weke fedaiyan beşdarî têkoşînê bibe. Xalê Elî yê jiyana wî bi PKK'ê re guherî, her sal hîn bi zanebûn, hîn bêtir xwedî biryar, beşdarî têkoşînê bûye. Li gel mezinbûna temenê xwe jî ranewestiyaye, wezîfeyên jê re hatine dayîn heta hilma xwe ya dawî bicih aniye."

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku bêguman dê hesretên Xalî Elî bicih werin û destnîşan kir ku hesreta Xalê Elî ya Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk dê di demeke ne dûr de bicih werin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ti hêz dê nikaribe têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd rawestîne û hat gotin, "Şoreşa mezin a li Rojava ku Xalê Elî dît, dê bibe rastiya tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn. Dildariyên mezin ên Xalê Elî dê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bijî û bicih bên."