Ji KCK'ê protestoya Hatayê: Em li gel hêzên demokrasiyê ne!
Ji KCK'ê protestoya Hatayê: Em li gel hêzên demokrasiyê ne!
Ji KCK'ê protestoya Hatayê: Em li gel hêzên demokrasiyê ne!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê êrîşa polîsan a li Hatayê rê li ber mirina Ahmet Atakan vekir bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku ewê piştgiriyê bidin têkoşîna hêzên demorkasiyê yên li Tirkiyê. KCK'ê got, "Divê gelê Kurd li her derê li gel hêzên demokrasiyê, têkoşîna demokrasî û azadiyê bilind bike û ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd barê dikeve ser milê xwe hilgire."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa polîsan a 9'ê Îlonê ya li xwepêşandaneke li Hatayê ku rê li ber mirina Ahmet Atakan vekir bi tundî şermezar kir û peyema piştgiriya bi têkoşîna hêzên demokrasiyê da. KCK'ê bang li gelê Kurd kir ku li gel hêzên demokrasiyê têkoşîna demokrasî û azadiyê bilind bike û ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd berpirsyariyên xwe bicih bîne. KCK'ê da xuyakirin ku ji mejiyê hegemonîk ê AKP'ê ku naxwaze demokratîk bibe, vekişîna gerîla hatiye rawestandin û destnîşan kir ku yekbûna Kurdan li gel hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyê, AKP tirsandiye.
Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye: "Hikûmeta AKP'ê êrîş û polîtîkayên tinekirinê yên di meş û xwepêşandanên li Kurdistanê nîşan dide, li Tirkiyê jî pêk tîne. Di her xwepêşandanê de bi zanebûn yek bi yek, du bi du xwepêşandêran dikuje. Bi vî rengî dibêje ewê mûxalefeta civakî bitepisîne. Hejmara polîsan û xurtkirina teknîkên polîsan di dema hikûmeta AKP'ê de zêde bû û ev hemû ji bo bêdengkirina mûxalefetê tê kirin. Tirkiye veguheriye dewleteke polîs.
HIKÛMETA AKP'Ê SENDROMA GEZIYÊ DIJÎ
Dewleta polîs, bûyera xwe ya dawî ya kuştinê li Hatayê bi kuştina Ahmet Atakan pêk aniye. Destwerdana tund a polîsan li bûyerên xwendekaran ên li ODTU'yê li Hatay û gelek deveran hat şermezarkirin û polîsan dîsa êrîşî protestoyan kirin. Ji xwe her xwepêşandana biçûk an mezin rastî êrîşa polîsan hatiye. Herî dawî li Tûzlûçayira Enqerê, êrîşa polîsan a li hemberî xwepêşandana Elewiyan a li dijî projeyên asîmîlasyonê nîşan dide, ku hikûmet bi çi rengî nêzî xwepêşandanên demokratîk dibe. Hikûmeta AKP, sendroma Parka Gezî dijî. Ditirse ku eger xwepêşandanan ji holê raneke, dê berxwedaneke nû ya mîna Parka Gezî derkeve holê û ev yekê jî hikûmetê têk bibe.
Hikûmeta AKP'ê ku li gel rewşa agirbestê jî ji bo demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd ev 9 meh in ti gav neavêtiye, ji yekbûna têkoşîna çareseriya demokratîk a Kurdan a bi hêzên demokrasiyê ya Tirkiyê ditirse. Dixwaze vê tirsa xwe jî, bi êrîşa polîsan a li dijî gel, çareser bike. Hemû deshilatdariyên ji têgihiştina demokratîk bêpar çawa tevdigerin, hikûmeta AKP'ê jî bi heman rengî tevdigere. Di şûna ku bi gavên demokratîkbûyînê re bi civakê re li hev were, serî li polîtîkaya zextê ya ji bo meşandina hegemonya xwe daye.
DIVÊ KURD BERPIRSYARIYÊN XWE BICIH BÎNIN
Tevgera me, ji ber mejiyê hegemonîk ê AKP'ê ku nafikire demokratîk bibe, vekişîna gerîla rawestand. Bi bilindkirina têkoşîna demokratîk re, dê bi AKP'ê gavan bide avêtin. Ji bo vê yekê jî, wê piştgiriyê bide têkoşîna hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyê. Li hemberî êrîşên li dijî mûxalefeta li Tirkiyê, tevgera Kurd dê li gel hêzên demokrasî û azadiyê be. Têkoşîna demokrasiyê ya gelên li Tirkiyê û têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd dê bibin yek. Heta ku hikûmeta AKP'ê di rêya demokratîkbûyînê de gavên cidî biavêje û pirsgirêka Kurd çareser bike, ev têkoşîn dê dewam bike.
Em tundiya êrîşa polîsan a li Hatayê şermezar dikin û careke din ji raya giştÎ û gelê xwe re dûbare dikin ku di têkoşîna demokrasiyê de em li gel hêzên demokrasî û gelê Tirkiyê ne. Divê gelê Kurd li her derê li gel hêzên demokrasiyê, têkoşîna demokrasî û azadiyê bilind bike û ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd barê dikeve ser milê xwe hilgire.
Pêwîste gelê Kurd, li êrîş, bendên bi armanca qirkirina çandî tên kirin, ji bo serbestberdana girtiyên nexweş û girtiyên KCK, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, perwerdeya zimanê dayikê û rêveberiya cewherî, serhildana xwe bilind bike."