Ji kesên li Amedê hatin binçavkirin 17 kes hatin berdan

Ji kesên li Amedê hatin binçavkirin 17 kes hatin berdan

Ji 19 kesên ku li Amedê di serdegirtina polîsan a Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger de hatin binçavkirin 17 kes hatin berdan.

Li navçeya Rezan a Amedê bi armanca perwerdeya bi Kurdî Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger ku di 15’ê Îlonê de hat vekirin, ji 19 kesên di serdegirtina polîsan a duh de hatin binçavkirin 17 jê piştî lêpirsîna li dozgeriyê hatin berdan.

Ji kesên hatin binçavkirin Osman Çîftçî û Veysî Efrem ji ber sedema dosyayek cuda bi daxwaza girtinê şandin dadgeha nobetê.