Ji KJB’ê bo jinan banga 9’ê Cotmehê
Ji KJB’ê bo jinan banga 9’ê Cotmehê
Ji KJB’ê bo jinan banga 9’ê Cotmehê
Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB)’ê, da zanîn ku di 9’ê cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo pêk hat û bi vê komployê di heman demê de jin hedef hatin girtin û bang li hemû Jinan hat kirin ku li dora Ocalan bibin xelek û ji pêvajoya înşakirina jiyanek azad û rizgariya demokratîk bibin pêşeng.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Di 9’ê cotmehê de li dijî serokatiya me kompoloyek navnetewî pêk hat. Em koployê lanet dikin. Dibêjin; hun nekarin roja me tarî bikin û em hemû şehîdên xwe bibîr tînin û berxwedana wan li dijî koployê silav dikin.
Di seranserê dîrokê de axa Mezopotamyayê şer bi du xetan hatiye jiyîn. Berxwedana gelan; xeta bi israr ya jiyanek aştiyane ye. Li dijî vê jî xeta serdestan, derketiye pêş. Li dijî pergala jiyaneke demokratîk a gelên Rojhilata Navîn her tim komployan hebûna xwe parastiye.
Li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di 9’ê cotmeha 1998’an de komployek navnetewî pêk hatiye. Çawa ku dîroka azadî û koletiyên ya mirovahiyê li Mezopotamyayê derketiye holê, di şexsê Rêber Apo de jî qedera mirovahiyê ji nûve hatiye diyarkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Geşedanên li Rojhilata Navîn nîşan daye ku koploya li dijî Ocalan hatiye kirin, lid ijî hemû gelên Rojhilata Navîn hatiye kirin. Bi vê komployê li Rojhilata Navîn ketine pêvajoya mudaxalekirinê ya Rojhilata Navîn û navê vê kirine şerê sêyemîn yê cîhanê. Siyaseta cîhanê û diyarkirina hevsengiyan de di seranserê dîrokê de Rojhilata Navîn xwedî cihekî girîng bû. Kurdistan ku dilê siyaseta Rojhilata Navîne, li dijî berjewendiyên Ereb, Fars û Tirkan asteng bû. Ji ber vê xeta azadiyê ya Rêber Apo hedef hat girtin. di komploya 9’ê cotmehê xwestin bigihêjin armancên xwe. Komplo hê jî didome. Lê pêvajoya tasfiyeyê ya bi komployê hat hedefkirin, bi ser neket.
Li dijî komploya li dijî serokatiya me hatiye meşandin, bi yekitiya demokratîk a gelan û rastiya netewa demokratîk bersiv hatiye dayîn. Serokatiya me di Newroza îsal de hamleya ‘Înşakirina jiyaneke azad û rizgariya demokratîk’ îlan kir. Ev jî ne ne tenê bo gelê kurd û hemû gelên cîhanê bûye hêvî.
DYA’yê û hêzên statukoyî Projeya Rojhilata Navîn a Mezin nekarî pêk bîne. Bi sedsalane Rojhilata Navîn gola xwînê ye û li dijî vê Rêber Apo bûye xwedî helwest û bûye yekane heqîqet.
Dîsa gaveke din a pûçkirina xeta komploya navneteweyî, pêngava şoreşgerî ya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye, ku bênavber li ber xwe dide.
Di asta heyî de, şoreşa li Rojava ne tenê şoreşeke Kurdan e, pêkhatina destpêkê ya Pergala Gelan a Demokratîk a Rojhilata Navîn e. Derketiye holê ku Rojavayeke demokratîk tê wateya Sûriyeyeke demokratîk û ev yek pêvajoyeke şoreşgerî ye ku yekitiya dilxwazî ya hemû gelên Rojhilata Navîn diparêze û hemû têkiliyên serdestiyê red dike. Diyar bûye ku xeta yekane ya rizgariyê jî ev xet e.
Hemû serpêhatiyên me nîşan didin ku eger em vê xetê xurtir nekin, di serî de Tirkiye li tevahiya Rojhilata Navîn dê pevçûnên etnîkî, mezhebî û şerê navbera olan destpê bike. Ya ku komploya navneteweyî dixwaze pêk bîne jî ev e. Yanî bihevketina gel û baweriyan. Ev jî tê wateya pevçûn, şer û qirkirineke mezin, windakirina gel û bindestan. Destketiyên li Rojava bi berxwedana gelê me afirîne, serketina xeta Rêber Apo raber kirine û nîşan daye ku xeta komplokeran winda kiriye.
Em di wê bîr û baweriyê de ne ku nirxên azadiyê yên tê xwestin di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd de were reşkirin, xeta azadiyê ya jinê ye û vê yekê weke komployek li hemberî tevahiya jinan dibînin. Çawa ku dîroka Rojhilata Navîn dîroka azadiyên civakî yên li dora jinê ye, di heman demê de dîroka koledariya di kesayetiya jinê de hatiye afiradin e. Weke çîn, netewe û zayenda destpêkê ya bindest, me pêvajoya pênc hezar salan a esaretê bi îdeolojiya azadiyê perçe kirin. Afirînerê îdeolojiya me ya azadiyê Rêbe Apo jib er van nirxand hedef hatiye girtin. Lewma komploya di kesayetiya Rêber Apo de hatiye kirin, komployek li dijî jinan e.
Dîrokê, erka ji holê rakirina şert û mercên dîlgirtinê yên Rêberê me tê de tê ragirtin, daye me jin û gelê Kurd. Bersiva herî watedar a ji bo Rêberê me jî, avakirina civaka azad a li dora paradîgmaya azadîperestiya zayendî, ekolojîk û demokratîk e. Peymanên Sykes-pîcot û Lozan ku di warê dîrokî de weke kirasê dîna li Kurdan û gelên Rojhilata Navîn hatiye kirin, dê dûbare nebin. Pêvajoya ku em dê re derbas dibin, di serî de gelê Kurd jib o gelan pêvajoyeke biharê ya dîrokî ye. Ruhê demê vê ferz dike.
Bihara gelan dê bi jin azad û civaka azad bibe. Bi vî rengî em bang li hemû jinan dikin ku li dora Rêber Apo bicivin, bi pêşengî beşdarî pêvajoya Avakirina Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad bibin û bang li gelê xwe û tevahiya hêzên demokratîk dikin ku têkoşîna demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn bilind bikin."