Ji KJK’ê bang: Her cihî bikin dibistan

Ji KJK’ê bang: Her cihî bikin dibistan

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan-KJK girtina dibistanên Kurdî yên li Amed, Cizîr û Geverê şermezar kir û hikûmet bi gotina ‘Dest nede ziman, çand û dibistanên’ hişyar kir. KJK’ê diyar kir ku heta dibistan vebin divê her der veguherin dibistanên Kurdî û boykot kûrtir bibe.

Koordînasyona KJK’ê nerazîbûn nîşanî girtina 3 dibistanên Kurdî da û got: “Bêtehemûliya li dijî dibistanên Kurdî, bêtehemûliya li djî gelê Kurd e. Em wek Gelê Kurd û jinên Kurd qebûl nakin ku mifte li zimanê me bikeve û hikûmeta AKP’ê şermezar kir.
Daxuyaniya KJK’ê wiha ye: “Gelê Kurd îsal jî ji bo mafê xwe yê mirovahî yê herî xwezayî wek her sal îsal jî li Tirkiye û Kurdistanê bi çalakî û boykotan daxwaza çareseriya perwerdehiya zimanê dayikê kir.

Li Amedê Dibistana Ferzad Kemanger, li Cizîrê Dibistana Bêrîvan  û li Geverê jî Dibistana Dayika Uveyş hate vekirin. Bi van dibistanan peyama ku ji bo hikûmetê hatiye dayîn aşkera ye. Gelê Kurd dê perwerdeya zarokên xwe ji însafa hikûmetê re nehêle.

Hikûmeta AKP’ê jî li hemberî daxwaza perwerda zimanê dayikê, li dibistanên dewletê dersa hilbijarte têr dibîne. Bi çend guherînan, lê di esas de guherîn tune, asîmîlasyonê didomînin.Ev nêzîkatiyeke ku nayê qebûlkirin e, nêzîkatiyeke ku ji çareseriyê dûr e. Mafê zimanê dayikê tu car nabe mijara bazarê. Zimanê dayikê li dibistanên taybet bi pereyan nayê kirin. Ev mafekî sereke ye. Gelê Kurd xwedî maf e ku zarokên wan bê pere perwerdeyê bibîne.

Hikûmeta AKP’ê di dema hilbijartinan de îdîa kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi biryar in û li ser nexşêrê dixebitin. Lê niha bi êrîşî gel dike dibistanan digire. Bêtehemûliya li dijî vekirina dibistanan, bêtehemûliya li dijî gelê Kurd e. Ev êrîşeke li dijî gelê Kurd e.

Em wek gelê Kurd û jinên Kurd vê qebûl nakin. Em hikûmetê di vê mijarê de şermezar dikin, dibêjin ku dest nede ziman, çand û dibistanên me...

Di vê esas de em berxwedana gelê xwe ya li dijî girtina dibistanan û boykotê silav dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku çalakiyên xwe bilindtir bikin.”