Ji KNK’ê ji bo Şervan Muslim peyama sersaxiyê

Ji KNK’ê ji bo Şervan Muslim peyama sersaxiyê

Konseya Rêveber a KNK’ê ji bo Şervan Muslim kurê serokê PYD’ê Salih Muslim ku li Rojava di şerekî li dijî çeteyên El Qaîdeyê de jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê da. Konseya Rêveber a KNK’ê di peyama xwe de got: “Şervanê doza Kurd û Kurdistanê, ciwanê egîd û mêrxas Şervan Muslim di têkoşîna li dijî hêzên kevneperst, Îslamîst û çeteyên dagirker de şehîd ket.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ji ber ji destdayîna jiyanê ya şervanê YPG'ê Şervan Muslim kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim peyameke sersaxiyê weşand. KNK'ê got, “Li Rojavaya Kurdistanê têkoşîneke berfireh a Kurd û Kurdistaniyan didome. Li Rojava welat tê avakirin û jiyana gel tê organîzekirin, ji aliyê din ve jî li dijî taşeronên dagirkeran axa welat tê parastin. Di vê têkoşîna piralî da mixabin ku şehîd têne dan, birîndarî çêdibin.” 

Peyama Konseya Rêveber a KNK’ê  wiha dewam kir: “Di seferberiya têkoşîna parastina Rojavayê Kurdistanê de heta niha gelek şehîd hatin dayîn, gelek têkoşer birîndar bûn. Lê belê, rê nehate dan ku dagirker û çeteyên wan, pêşî li Kurdistanê bigirin. Cesaret û fedakariya gelê me yê Rojavayê di dereceya herî bilind de ye. Gelê me yê Rojavayê hem rûyê xwe hem jî rûyê hemû Kurdistaniyan spî kir di vê berxwedan û parastina welatî de. Xelkê me li Rojavayê şerê man û nemanê dide û biçûk mezin, jin û mêr her kes di çeperan de ne û berxwedaneke nedîtî nîşanî yar û neyaran dide. Di vî şerî de bi taybetî ciwan û jinên Kurd û Kurdistanî di rêzên pêşeyê de ne û bi netirsiyeke mezin axa xwe diparêzin.”

Konseya Rêveber a KNK’ê  di dawiya peyama xwe de bal kişande ser xwedî derketina li têkoşîna Rojava û wiha got: “Em wekî KNK ji bo hemû şehîdên doza Kurd û Kurdistanê xemeke mezin digirin. Bi şehîdbûna Şervan Muslim jî xema me mezintir bû. Em ji ber şehîdbûna vî ciwanê Kurd, şervanê YPG'ê sersaxîyê didine xelkê xwe yê Rojavayê, rêveberiya polîtîk, Konseya Bilind a Kurd, PYD û hêza leşkerî YPG’ê. Bila serê xelkê me sax be. Şervan Muslim herwisa kurê endamê KNKê û Hevserokê PYD’ê birêz Salih Muslim e. Em sersaxiyê didine birêz Salih Muslim û malbata wî û hemû Kobaniyan. Bila serê Salih Muslim û malbata wî sax be. Em şirîkê xema wane.”