Ji KNK'ê ji bo Xalê Elî peyama sersaxiyê

Ji KNK'ê ji bo Xalê Elî peyama sersaxiyê

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya wefata Şemsettîn Kara peyamek weşand û ji malbata wî, dost û hevalên wî re sersaxî xwest.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya wefata endamê xwe û welatparêzê Kurd Şemsettîn Kara ku bi navê Xalî Elî dihat naskirin, peyamek sersaxiyê weşand.

KNK'ê di peyama xwe de got, "Me bi xemgînîyeke mezin mirina endamê xwe yê hêja kak Şemsettin Kara bihîst. Şemsettin Kara ku li nav hevalên xwe wekî Xalê Elî dihate nas kirin, ev demek bû ku nisaxê kanserê bû. Şemsettin Kara hem wekî endamê KNKê hem jî wekî welatparêzekî jîr û çalak ê bizava neteweyî ya Kurd û Kurdistanê bi salan e ku li meydana dîasporaya Ewropayê kar û xebata neteweyî bi aktîvî dikir. Her wisa bi salan di nav organîzasyona xêrxwaz Heyva Sor ya Kurdistanê da xizmet kir."

Konseya Rêveber a KNK'ê ji endamên xwe, malbata wî, hemû dost û hevalên wî re sersaxî xwest û got, "KNK şirîkê xema malbata wî ye. Bila serê malbat û kes û karên wî sax be."