Ji KNK'ê peyama ji bo encamên hilbijartinên Başûr
Ji KNK'ê peyama ji bo encamên hilbijartinên Başûr
Ji KNK'ê peyama ji bo encamên hilbijartinên Başûr
Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyekê, gelê Başûr ji ber pêkhatina hilbijartinan pîroz kir û xwest, ji encama hilbijartinan derseke pozîtîv were derxistin ku hilbijartinên li pêşerojê baştir, rêkûpêktir û bêyî şaşî û kêmasîtir bêne kirin.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê, gelê Başûrê Kurdistanê ji ber hilbijartinên 21'ê Îlonê pîroz kir û xwest hilbijartinên hatin kirin, ji bo çareserkirina kêmasî û şaşiyan bibe dersek.
DI NAVA DERYAYEKE ANTÎ DEMOKRATÎK DE KURDISTAN GIRAVEKE DEMOKRATÎK E
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya hilbijartinan ji bo demokrasiyê û hat gotin, "Di nav Rojhilata Navîn ya ku hêj dûrî demokrasîyeke kamil, dîsa tê dîtin ku Kurd û Kurdistanî di nav hemû tengavîyan da jî serî li vê rêya demokratîk didin û sindoqê dadinin û diçin dengê xwe xwe bikar tînin. Di nav deryayeke antî demokratîk da giravekî demokratîk avakirin gelek zehmet e, lê Kurd û Kurdistanî xwe didine ber vê zehmetiyê û mafê xwe yê hilbijartinê bi kar tînin."
KNK'ê bibîr xist ku tecrûbeya îdarekirina dewletiyê, pêkînana rê û metodên demokrasiyê di nav Kurdistana Federal da hêj gelek nû û taze ye û got, "Di ser da jî Kurdistan bi statuyeke xweser jî be hêj di nav Iraqa Federal da ye. Lewma mekanîzmayên qanûnî û tarz û edetên giştî yên Iraqê tesîrdar in. Digel hindê jî pêkve xelkê başûr, rêvebirîya polîtîk û îdarî, hemû organîzasyonên polîtîk û sivîl giringîyeke mezin didine hilbijartinan ku eve bi serê xwe pozisyon wergirtineke pozîtîv e. "
KNK'ê da xuyakirin ku ji sala 1992'an û vir, cara sêyemîn e ku hilbijartinên parlementê têne kirin li başûra Kurdistanê û anî ziman ku ev yek kêmasiyek bû. KNK da xuyakirin ku tecrûbeya avakirina demokrasiyê li Başûrê Kurdistanê her diçe zêdetir dibe û ev yek jî nîşaneya xêrê ye.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Amadekariya hilbijartinan, îdarekirina prosesa hilbijartinan, ewlehiya deng dayîn û sindoqê gelek giring in. Di vî warî da mumkun e ku şaşî û kêmasî bûyî bin. Ji encamên ne fermî tê dîtin ku beşdariya hilbijartinan bilind bûye ku eve germahiya xelkê ya ji bo hilbijartinan nîşan dide. Rêjeya herî dawî yê ya fermî hêj nehatiye kifş kirin. Lê belê hêza partiyan kêm zêde derketiye meydanê. Desthilat, opozisyon bi van hilbijartinan derdikevin meydanê. Rêvebir û pêşengên Kurdistana Federal divê zûtirîn dem xwe ji atmosfera hilbijartinan derêxin û berê xwe bidine pêşiya xwe ku welatî 1992 xweştir û geştir bikin. Hêvî dikin ku organîzasyonên polîtîk ji vê tabloya derketî, desthilateke demokratîk derêxin û welatî ber bi demokrasî û azadiyeke kamil û refaheke mezin ve birêve bibin û opozisyon jî çavdêriya xwe ya demokratîk azadane bi cih bîne."
KNK'ê bibîr xis tku li Rojavayê Kurdistanê xweseriyeke neteweyî tê avakirin û li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna ji bo azadiyê berdewam e û got, "bi taybetî li bakur têkoşînê rengekî nû wergirtîye û di warê destkevtan da hewildanên mezin têne kirin. Di nav hercûmerca Rojhilata Navîn da vebûna vî deriyê azadiyê û xêrê ji bo Kurd û Kurdistaniyan divê ji teref hemû Kurd û Kurdistaniyan ve bi başî bê bi kar anîn. Li ser esasê berjewendiyên neteweyî û welatî hevgirtin û tifaqa navxweyî karekî jiyanî ye. Rêvebir û pêşengên Kurd û Kurdistanî divê dev ji hesabên biçûk berdin û ji vê firseta dîrokî ya li navçeyê istifade bikin û zûtirîn dem welatê xwe rizgar bikin, xelkê xwe azad bikin û jiyaneke dilşa ava bikin.
Hilbijartinên li başûr hatine kirin jî bi encamên heyî ve di vê çarçoveya mezin ya neteweyî û welatî da divêt bêne xwandin û mana kirin.
Em wekî KNK xelkê xwe yê başûr, rêvebirî û îdareya polîtîk, organîzasyonên polîtîk û sivîl hemûyan pîroz dikin û hêvî dikin ku ji encama hilbijartinan derseke pozîtîv derêxin ku hilbijartinên li paşerojê baştir, rêkûpêktir û bêyî şaşî û kêmasîtir bêne kirin.
Bila hertişt ji bo Kurdistaneke rizgar, azad, demokratîk, sosyal, sekular û wekhev bête kirin."