Ji KNK’ê peyama pîrozbahiya cejna qurbanê

Ji KNK’ê peyama pîrozbahiya cejna qurbanê

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) cejna qurbanê ya gelê kurd û alema Îslamê pîroz kir. KNK’ê di peyama xwe de bal kişande ser gelê Rojava yê ku li hemberî çeteyan tekoşîneke mezin dimeşîne û banga bi tenê ne hêştina Rojava kir. 

KNK’ê ku diyar kir çeteyên navê Îslamê bikar tînin, li Rojavayê Kurdistanê komkujiyan pêk tînin, êrîşî gelê kurd dikin û êdî ev komên mijara gotinê ji aliyê hemû alema Îslamê ve hatin naskirin. KNKê bibîr xist ku rêjeyeke zêde ya gelê Kurd Misilmane û wiha berdewam kir: “ Di pêvajoyekî ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêvajoya çareseriyê berdewam dike de, dewleta AKP’ê li di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de dîwarê şermê lêdike. Em vê nêzikatiya dewleta AKP’ê nelet dikin û gelê kurd vedixînine dijî derketina çêkirina vî dîwarî. Pêwîste baş bê zanîn ku Cemeata Gulen û AKP veguherîne maskeye welatên rojavayî û dixwazin hemû Rojhilata Navîn jehir bikin.
Gelê kurd pêwîste nerazîbûnê li hemberî faşîzma ku bi alîkariya cemeata Gulen û AKP’ê çeteyan derbasî Rojava dike bidin û di asta herî jorde piştgiriyê bidin gelê Rojava. Wekî din jî pêwîste ti hêzên siyasî nekevine nav vê lîstika AKP û alema Îslamê jî li hember yên ku olê bikartînin ku komkujiyan li ser gelê kurd pêk tînin bêdeng nemîne. Bi vê boneyê em bi hemû hezkirina xwe Cejna Qurbanê ya alema Îslamê û gelê kurd pîroz dikin.”