Ji KNK'ê peyama sala nû

Ji KNK'ê peyama sala nû

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya sala nû peyamek weşand û diyar kir ku Kurd û Kurdistan bi hêviyeke mezin berê xwe dane pêşiya xwe û got, "Gelê me wê di sala 2014'an de gaveke din nêzî serketina mezin bibe."

Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyekê sala nû li Kurd û Kurdistaniyan pîroz kir. KNK'ê di peyama xwe de bal kişand ser zext û zordariya li erdnîgariya Kurdistanê û destnîşan kir ku gelê Kurd êdî toka mirinê ji stuyê xwe derxistiye û zordestiyê qebûl nake.

KNK'ê diyar kir ku Kurd û Kurdistanê bi bawerbûna ji xwe, sedsala 21'an kiriye serdema rizgarî û azadiyê û bi hêviyên mezin li pêşiya xwe dinêre.

KNK'ê ragihand ku serketiya doza Kurd û Kurdistanê ya sala 2013'an ji ya 2012'an pêşvetir e û destnîşan kir ku ev serketin dê di sala 2014'an de gaveke din nêzî serketina mezin bibe.

Konseya Rêveber a KNK'ê da zanîn ku gelê Kurd wê têkoşîn û rêveçûna xwe ya ji bo rizgarî û azadiyê di sala 2014'an de jî bi xurtî dewam bike û got, "Dijmin hezar komkujîyên wekî Roboskî, wekî Parîsê jî bînine serê xelkê me ev armance şaş nabe û rêveçûna serketinê ya avakirina Kurdistanê dê bi xurtî bê domandin. Di sala nû de jî Kurd û Kurdistanî divê kuştina Roboskiyan, ya Sakîne, Rojbîn û Leylayê li Parîsê ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin û her bi çi rengî be bidine ronahî kirin ku ev kiryarên hovane bêyî hesab nemînin.

Bi van bîr û hiziran em wekî KNK sala nû, sala 2014ê li welat û derveyî welat, li xelkê xwe, li hemû Kurd û Kurdistaniyan, li endamên xwe pîroz dikin û ji hemû Kurd û Kurdistaniyan daxwaza serketinên mezintir dikin.

Sala nû, sala 2014ê bila bo Kurd û Kurdistaniyan û hemû mirovahiyê xêr û xweşiyê, azadî û aştiyê bîne."