Ji Koalîsyona Muxalefeta Sûriyeyê daxwaza hevdîtina bi Desteya Bilind re

Ji Koalîsyona Muxalefeta Sûriyeyê daxwaza hevdîtina bi Desteya Bilind re

Hate hînbûn ku Serokê Koalîsyona Muxalefeta Sûriyeyê Maaz El Xatîp xwestiye ku bi Desteya Bilind a Kurd re hevdîtinan pêk bînin û diyar kiriye ku Desteya Bilind dikare di nava koalîsyonê de cihê xwe bigire.

Li gorî agahiyên ku Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed dane ANF'ê, Serokê Koalîsyona Muxalefeta Sûriyeyê Maaz El Xatîp bi riya Serokê Komîtiya Aştiya Navxweyî û Hêzên Şoreşgerî Mîşêl Kîlo diyar kiriye ku ew dixwazin bi Desteya Bilind a Kurd re hevdîtinan pêk bînin. Îlham Ehmed anî ziman ku El Xatîp her wiha gotiye ku Desteya Bilind dikare di nava koalîsyonê de jî cihê xwe bigire.

Îlham Ehmed, destnîşan kir ku ev pêngav ji bo nasandina Desteya Bilind a Kurd wekî îradeya Rojavayê Kurdistanê, tiştekî gelekî girîng e û got: "Ger ku ev hevdîtin pêk were, yan dê li Ewropayê yan li Başûrê Kurdistanê yan jî heke derfetên hatina El Xetîp a Rojavayê Kurdistanê hebin, wê li vir pêk were."

Desteya Bilind a Kurd, di Tîrmeha sala 2012'an de bi beşdariya nûnerên partiyên girêdayî Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumenî Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS) hatibû avakirin. Piştî avakirina desteyê bi sed hezaran welatiyên li Rojavayê Kurdistanê daketibûn kolanan û Desteya Bilind wekî îradeya xwe ya siyasî qebûl kiribû.

Desteya Bilind di nava vê demê de hem xebatên xwe yên dîplomasiyê meşandin, hem jî li hundir komîteyên wekî parastin, civakî, siyasî û aborî ava kirin û bi vî rengî bû tekane hêza îradeya Rojava. Di encama van xebatan de, gelek hêzên netewî û navtewî neçar mabûn ku Desteya Bilind wekî îradeya siyasî qebûl bikin. Herî dawiyê jî piştî êrîşên komên çete yên li hemberî Serêkaniyê, hêzên muxalefetê neçar mabûn ku bi Desteya Bilind re rûnin.