Ji Komîteya Bawerî û Kêmneteweyan a KCK’ê peyama cejnê
Ji Komîteya Bawerî û Kêmneteweyan a KCK’ê peyama cejnê
Ji Komîteya Bawerî û Kêmneteweyan a KCK’ê peyama cejnê
Komîteya Bawerî û Kêmneteweyan a KCK’ê, bi peyamekê Cejna Qurbanê pîroz kir. Di peyamê de tê destnîşan kirin ku Cejna Qurbanê ji bo civakên Rojhilata Navîn bi qasî li himber zilmê berxwedan tê wateya aştiya civakî û parvekinê û got: “Di serî de li gelê me yê welatparêz û li hemû cihana îslanê piroz be.” Komîteya Baweriyan û Gelan a KCK’ê bang kir ku qutbanên xwe yên manewî û madî pêşkêş berxwedana Rojava bikin.
Komîteya Bawerî û Kêmneteweyan a KCK’ê, balkişan li ser Cejna Qurbanê ku van rojan de wê bê piroz kirin û da diyar kirin ku civaka îslamiyetê bi gelek pirsgirêkên mezin re rûbirûye. Komîteya Bawerî û Kêmneteweyan a KCK’ê da diyar kirin ku bixwe dinava civaka îslamê de jî bi rastiya îslamê re nabe yek û di nava hemû alema îslamê de jî buye cihê bûyerên bi êş.
Di peyama Komîteya Bawerî û Kêmneteweyan a KCK’ê wiha tê gotin:“Hama bêje her roj li welatên wek Iraq, Sûrî û Misrê bi dehan kes tên qetilkirin û bi hezaran li ser axa xwe û cihê xwe derdikevin. Ya herî xirab jî, vî şerê bi kirêt di nava civaka îslamî de li ser navê îslamê dikin.”
Di peyamê de tê gotin ku tişta îro pêwiste divê dinava civaka îslamî de tenê îslama rast bê paristin û wiha pêde diçe. “îslamiyet parsitin tê wateya paristina aşitî, gel û olên cuda û komên baweriyan û çandên cuda.”
GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û MISILMANÊN HÊJA!
Di peyamê tê desttnîşan kirin ku, di warê xebatên rûnakbiriya Kurdan de yek jî rastiya îslamê fêmkirine, ev yek jî xebatekî herî mezin ya doza îslamê ye û wiha pêde diçe: “ Yek ji xebatên îslamê ne. Berxwedana mezina gelê me li Rojava dayî nişankirin, paristina aştî, edalat û biratiyê ye. Bi vê ve jî sinordar nemaye gelên Ereb, Asûrî-Suryanî, Mahalemî, Ermenî, Tirkmen û baweriyên Xiristiyantî , Êzdî, elewî û Durzî ji di parêze. Ev paristin cewherê îslamê û nirxê îslamê nişan dike û di parêze. Lewma eger Hz. Pêximber jî sax ba wê ev li ser vî bingehî paristin bibîta. Hz pêximber li Medineyê bi paristina hemû baweriyan û komên kebîleyan mezin ma, hem jî li ser rêgezên îslamê li vêderê sistemekî siyasiya civakî ya dadane û demokratîk saz kir.”
.