Ji Komîteya Baweriyan a KCK'ê peyama cejnê

Ji Komîteya Baweriyan a KCK'ê peyama cejnê

Komîteya Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand û destnîşan kir ku di vê meha pîroz de, bûyerên li erdnîgara Îslamê li ser navê Îslamiyetê tên kirin, ti eleqeya wê bi ol û Îslamiyetê re tineye.

Komîteya Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand û got, "Em Cejna Remezanê ya Pîroz ku di nava civakên Îslamê de cejna biratî, wekhevî û destpêkên nû ye, li gelê xwe yê welatparêz û tevahiya cîhana Îslamê pîroz dikin." Di peyamê de hat ragihandin ku ev meh ji bo Mislimanan tê wateya muhasebeya salê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Iraqê bi navê şerê mezhebî her roj bi dehan mirov tên qetilkirin, zarok sêwî tên hiştin, dayik di rondikên çavan de difetisin. Li Misrê piştî darbeyê, bi komkujiyê bersiv ji xwepêşandanên demokratîk ên gel hat dayîn û welat ber bi kaoseke mezin ve hat kaşkirin. Li Sûriyeyê jî welatparêziya rejîma Baasê û hin komên ji mûxalefeta Sûriyê, olê Îslamê ji xwe re kirin maske û mirovên bêguneh kuştin, dikujin."

"Di vê meha pîroz de li cografya Îslamê ewçend nemaşî rû didin. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide ku yên van nebaşiyan dikin çi qasî ji ol û rastiya Îslamê dûr in." KCK'ê destnîşan kir ku ya tê kirin cihê xwe di ola Îslamê de tineye.

Di peyamê de hat ragihandin ku Îslam ti carî tundî û komkujiyê qebûl nake û hat destnîşankirin ku gelê Kurd di çarçoveya cewhera Îslamê de xwe ji şerê ol û mezhebê vekişandiye û bi tenê mafên xwe yên xwezayî parastiye. Di dewama peyamê de hat gotin, "Yên êrîşî gelê me kirin û xwestin gelê me bikşînin nava vî şerê qirêj, bi êrîşan re maskeya xwe xistin. Her mirovên bi aqil ên li gelê Kurd temaşe dikin, dibînin ku gelê Kurd çiqasî bi aqilane tevdigere."

Komîteya Baweriyan a KCK'ê bal kişand ser êrîşên bi navê Îslamê li dijî gelê Kurd tên kirin û di dawiya daxuyaniya xwe de bang li tevahiya gelê Kurd û alema Îslamê kir ku ji bo jiyaneke aram, wekhev, bi edalet bi hev re tevbigerin û cejna dayik û zarokan û tevahiya alema îslamê pîroz kir.