Ji Komîteya Baweriyan a KCK'ê peyama Komkujiya Mereşê

Ji Komîteya Baweriyan a KCK'ê peyama Komkujiya Mereşê

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê bi wesîleya 35. salvegera Komkujiya Mereşê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komîteya Baweriyan a KCK'ê diyar kir ku Elewî barkêşê nirxên demokratîk e û destnîşan kir ku yek ji pêkhateyên bingehîn ên avakirina Neteweya Demokratîk, Elewî ne.

Di daxuyaniya nivîskî ya KCK'ê de hat ragihandin ku ji ber Elewî parêzvan û barkêşên nirxên demokratîk in, di tevahiya serdemên dîrokê de rastî zext û komkujiyan hatine û Komkujiya Mereşê jî yek ji vê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ew kesên ev zilma li gelê me yê Elewî rewa dîtine, di salvegera 35. de bi tundî şermezar dikin. Em şehîdên xwe yên Komkujiya Mereşê bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin."

Komîteya Baweriyan a KCK'ê dema pêkhatina Komkujiya Mereşê bibîr xist û got, "Zilma ku dewletê bi çeteyên xwe yên faşîst re li Mereşê li hemberî gelê me yê Elewî kir, ji ber alîkariya gelê me yê Elewî di salên 1970 de bi mûxalefeta gel a demokratîk a li Kurdistan û Tirkiyê dikir, hat kirin."

Der barê armancên komkujiyê de di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Dewletê bi vê komkujiyê re hewl da civaka Elewiyan bitepisîne û hebûna Elewîtiyê ya nirxên civaka demokratîk di nava xwe de vedihewîne, tine bike. Bi vê tinekirinê re xwestiye bloka demokrasiyê ji yek ji pêkhateyên xwe yên bingehîn bêpar bihêle. Di ser re pirsgirêk veguherand pirsgirêka Sunnî-Elewî û hewl da bloka demokrasiyê ya mezin a li hemberî wê rêxistinbûye, parçe bike."

ELEWIYAN TÊKOŞÎN BI ŞÊWEYÊN CUDA MEŞANDIN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku têkoşîna Elewiyan a li hemberî vê bi şêweyên cuda dewam kiriye û hat gotin, "Elewî, dema înkar û tinekirin bû mijara gotinê li çiyayên Kurdistanê bû gerîlayê azadiyê, dema azadiya jinê û mafên jinê ketin rojevê jî bû femînîst. Di Kurdistan û Tirkiyeya roja îro de her kes hinekî bû Elewî, Elewî jî bû her kes. Ev yek yek ji nîşaneya berçav a meşa ber bi avabûna neteweya demokratîk e."

LI ROJAVA ÊRÎŞA LI DIJÎ BLOKA NETEWEYA DEMOKRATÎK

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên li Rojava û hat destnîşankirin ku ev yek di heman demê de gefa li Elewiyan e. Di vê mijarê de wiha hat gotin: "Eger êrîşên îro li Rojava li dijî Bloka Neteweya Demokratîk a ji Kurd, Asûrî, Suryanî, Ermenî, Ereb, Mehelmî, Tirkmen, baweriyên Elewî, Êzidî, Xiristiyan û Misilmanên demokratîk bi ser bikevin, dê li gelemperiya herêmê belav bibin. Ev rewş yekser ji aliyê cemaet û AKP'ê ve tê birêxistinkirin û herî zêde jî gefê li gelê me yê Elewî dixwe."

Di daxuyaniyê de ev bang li Elewiyan hat kirin: "Li dijî êrîş û gefên li Rojava tê xwarin, wezîfeya hemû hêzên demokratîk e ku avakirina Neteweya Demokratîk xurt bikin. Bi vê wesîleyê em bang li hemû gelê xwe yê Elewî dikin ku avakirina Neteweya demokratîk xurt bikin, şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin."