Ji Komîteya Qanûnî banga navnetewî

Ji Komîteya Qanûnî banga navnetewî

Komîteya Qanûnî ya Rojavayê Kurdistanê êrîşên dawî yên li dijî Rojava şermezar kir û bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî û saziyên mafên mirovan ên hundir û navnetewî kir ku li dijî van êrîşan helwestê nîşan bidin.

Komîteya Qanûnî ya Rojavayê Kurdistanê bi armanca nirxandina geşedanên dawî yên li herêmê û êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê civînek lidar xist.

Di civîna bi rêzgirtinê destpê kir de li ser navê komîteyê axaftinek hate kirin. Di axaftinê de bal hat kişandin ku di demeke ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Suriyê nîqaşên civîna navneteweyî tê kirin û derfetên gelê kurd zêde dibin de, hêzên tarî li dijî herêmê êrîşan pêk tînin.

Di axaftinê de hate destnîşankirin ku di vê pêvajoya hesas de hin hêzên tarî bi rêya komên çete yên Dewleta Îslamî/Eniya El-Nusra û bi piştgirtiya hin hêzên herêmî û hundir êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin û ev tişt hate gotin: "Dixwazin herêmê ber bi şerekî mezhebî ve bibin û aştiya di nava pêkhateyên herêmê de xirab bikin.  Van hêzan xwestin ku herêmê ber bi metirsînekê ve bibin û dest bi karê terorîstî kirin. Serê mirovan jê kirin, gund şewitandin, mal wêran kirin û rê li ber koçberiyê vekirin. Beriya van êrîşên jî van hêzên tarî ambargo danîn ser Rojava û xwestin şêniyên herêmê malên xwe terk bikin."

Di berdewama axaftinê de hate gotin ku êrîş li dijî nirxên mirovahiyê û ola îslamê pêk hatine û ev bang hate kirin: "Em wekî Komîteya Qanûnî ya Rojavayê Kurdistanê bawer dikin ku rewş di xetereyê de ye. Li ser vî esasî em bang li hemû partiyên siyasî yên Sûriyê yên li hindir û derve, hêzên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê û hemû perçeyên Kurdistanê, hêzên navnetewî û saziyên mafê mirovan dikin ku êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin. Her wiha ji bo bidawîkirina ambargorya li ser Rojava, rêya alîkariyên mirovî û tenduristî vekin, da ku rê li ber koçberiyê bê girtin."

Di civînê de Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şahoz Hesen jî axivî û bal kişand ser daxuyaniyên muxalefetê yên li ser hebûna gelê kurd a li Sûriyê û bal kişand ku muxalefet dixwaze gelê kurd bê îrade û fikir bihêle.

Di dawiya civînê jî li ser pêşnûmaya hevpeymana civakî ya Rojava nirxandin hatin kirin.