Ji Komîteya Rêveber a PKK'ê peyama 1'ê Îlonê

Ji Komîteya Rêveber a PKK'ê peyama 1'ê Îlonê

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek weşand û diyar kir ku aliyê Kurd ji bo aştiyê her tim gav avêtiye, lê heta roja îro ev hewldan yekalî maye. PKK'ê bibîr xist ku Rojavayê Kurdistanê 1'ê Îlonê di bin dorpêç, ambargo û êrîşan de pêşwazî dike û bang li hemû parçeyên Kurdistanê kir ku bê sînor alîkariyê bidin şoreşa Rojava.

Di peyama Komîteya Rêveber a PKK'ê de hat gotin, "Bi hêviya ku 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibe wesîle ji hemû pirsgirêkên Cîhanê, Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê yên civakî re çareseriya demokratîk, azadî, wekhevî û biratiyê, em Roja Aştiyê pîroz dikin."

PKK'ê bibîr xist ku hemû gavên aliyê Kurd ên ji bo aştiyê timî yekalî mane û li gel vê rewşê jî bi biryardariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di têkoşîna azadî û aştiyê de, bi 21'ê Adara sala 2013'an re pêvajoyeke nû destpê kiriye. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ev biryar li pêşberî milyonan hatiye ziman û ji tevahiya cîhanê re hatiye îlankirin. Mîna referandûmekê xwedî li vê biryarê hatiye derketin. Tevî rîsk û xeteriyên ji ber dewlet û hikûmeta AKP'ê jî, partiya me PKK ev gava Rêberê me watedar dîtiye û bi hestiyariyeke bilind û dîrokî nêzî vê pêngavê bûye."

Komîteya Rêveber a PKK'ê da xuyakirin ku bi berpirsyarî hestiyariyeke mezin de Tevgera Azadiyê ya Kurd hemû berpirsyariyên xwe bicih aniye û di encama vê yekê de ji 21'ê Adarê û vir ve pevçûnek jî derneketiye, kesekî jiyana xwe ji dest nedaye û xwîn nehatiye rijandin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev hemû ji ber têkoşîn û girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide aştiyê, pêk hatiye.

Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku li gel hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera Kurd ên li ser xeteriya gavên yekalî û destnîşan kir ku tevî van hişyariyan jî hikûmeta AKP bi rêbaza demagojiyê raya giştî dixapîne, rastiyan berevajî dike û heta niha ji bo çareseriyê ti gav neavêtiye.

‘HIKÛMETA AKP DI NAVA AMADEKARIYA ŞER DE YE’

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de, di vê derbarê weha hat gotin: "Di ser de jî, di bin navê kalekol de bingeha şer xurt dike, lez daye çêkirina bendavan ku xwedî armanca qirkirina çandî û bêkurd hiştina Kurdistanê ye. Hewl daye hejmara cerdevanan zêde bike. Yanî AKP ne ji bo çareseriyê, xwe ji bo şer amade dike.

Ji aliyê din ve behsa amadekariya pakêtekê dikin. Lê belê bi qasî ji daxuyaniyên Serokwezîr tê fêmkirin, astengiyên li pêşiya perwerdeya zimanê Kurdî wê neyên rakirin û benda hilbijartinê ya ji sedî 10'an jî wê danekeve. Eger perwerdeya zimanê dayikê û daxistina benda hilbijartinê, ku mafên bingehîn in di pakêta guhertina qanûnî de cih nagirin, hingî wê kîjan mijar cih bigirin? Wer xuyaye pakêta hikûmeta AKP'ê amade kiriye, pakêta mijûlkirinê ye.

Herî dawî Rêberê me heta 1'ê Îlonê dem nas kiribû, der heqê nêzîkatiya mijûlkirinê de hikûmet bi awayekî cidî hişyar kiribû û ji bo çareserkirina rewşa xetimandî 8 komîsyon pêşniyar kiribû. Ji aliyê raya giştî ve tê zanîn ku di serî de Rêberê me, tevahiya hêzên me yên azadiyê ji bo çareseriyeke demokratîk di nava hewldanên awerte de ne. Di rewşeke berevajî de şer ji nû ve dikare destpê bike. Demeke nû ya şer jî wê qat bi qat ji ya berê girantir be û berpirsyarê xwîna birije jî hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk be."

DIXWAZIN ROJAVA "BÊ KURD" BIHÊLIN

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Rojavayê Kurdistanê di bin dorpêçandê de 1'ê Îlonê pêşwazî dike û hat destnîşankirin ku tê xwestin bi dorpêçan, êrîş û ambargoyê re Rojava "Bê Kurd" bê hiştin. Komîteya Rêveber a PKK'ê ev bang kir:

"Li Rojava şerekî giran diqewime. Hêzên ku dijberê hev xuya dikirin û dihat gotin ku ti carî nayên gel hev, ji bo şoreşa Rojava bifetisînin, bûne ye.

Tevahiya sînorên Rojavayê Kurdistanê hatine girtin û gihaştina pêdiviyên herî însanî ya ji bo mirovan jî tê astengkirin. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî serkêşiya girtina sînor dike. Hikûmeta AKP'ê ya dibêje, ezê pirsgirêka li Bakurê Kurdistanê 'çareser' bikim, alîkariya şer û lojîstîk dide çeteyan. Rêveberiyên Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê, bi girtina deriyên sînor re dixwazin berxwedana gelê me yê li Rojava bişkîne, bi birçîbûnê terbiye bike û teslîm bigire. Nahêlin ku pêdiviyên sereke yên jiyanê yên mîna xwarin û dermanan jî derbasî Rojava bibin. Her weha ji bo gelê Rojava welatê xwe biterikîne jî deriyên sînorê xwe heta dawiyê vedikin. Bi koçberkirina gel re dixwazin Rojava bê Kurd bihêlin.

Divê gelê me yê li Rojava neyê lîstikên koçberkirinê, yên koç kirine jî vegerin û ji bo xweseriya demokratîk û azadiya xwe têbikoşin. Ev têkoşîn têkoşîna hebûn û parastina azadiyê ye. Ji ber ku şertê bingehîn ê mirovbûyînê, parastina welat û hebûna xwe ya civakî ye.

‘DIVÊ ŞOREŞA ROJAVA LI PARÇEYÊN DIN DENG VEDE’

Di vê çarçoveyê de gelê me yê li Rojava li dijî êrîşan bi lehengî li ber xwe dide. YPG, ji bo parastina Rojava, ewlekirina pêvajoya avakirina xweseriya demokratîk û afirandina Sûriyeya demokratîk, bi lehengî şer dike. Zarokên bedew ên gelê Kurd çi jin çi mêr, têdikoşin û digihêjin şehadetê.

Divê tevahiya gelê me yê li hemû parçeyên Kurdistanê, xwedî li şoreşa Rojava derkevin, bi ruhê şoreşê tevlî têkoşînê bibin û piştgiriyeke bêsînor raber bikin. Divê em bi her tiştê xwe re şoreşa Rojava biparêzin û vê şoreşê li parçeyên din ên Kurdistanê belav bikin."