Ji Komkara Ereban banga 'tundiya li Suriyeyê bi dawî bikin'

Ji Komkara Ereban banga 'tundiya li Suriyeyê bi dawî bikin'

Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Nebîl El-Erebî, ji bo ku şîdeta li Suriyeyê bi dawî bibe û Nûnerê NY û Komkarê Ereban El Ehdar El Îbrahîmî peywîra xwe bi cîh bîne, ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku pêkutiyê bidin ser Suriyeyê.

Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Nebîl El-Erebî, di civîna Wezîrên Karên Derve ya Komkara Ereban a li paytexta Misrê Şamê hate lidarxistin de, li ser rewşa Suriyeyê axivî.

El Erebî, pêvajoya li Suriyeyê wekî, “bixwîn” bi nav kir û destnîşan kir ku ev rewş tenê ji bo Suriyeyê na, ji bo hemû herêmê dê encamên nebaş derxîne. El Erebî, got; “Divê şîdeta dewleta Suriyeyê û muxalîf dikin bê rawestandin û ji bo ku şîdeta li Suriyeyê bi dawî bibe û Nûnerê NY û Komkara Ereban El Ehdar El Îbrahîmî peywîra xwe bicîh bîne, ji NY’yê xwest ku pêngavên lezgînî biavêje.