Ji KONGRA GEL peyama Cejna Remezanê
Ji KONGRA GEL peyama Cejna Remezanê
Ji KONGRA GEL peyama Cejna Remezanê
KONGRA GEL, Cejna Remezanê li tevahiya gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir û xwest bibe wesîleya aştî, yekitî û piştgiriya civakî. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal di peyama xwe de bal kişand ser komkujiya li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin û ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwest li hemberî komkujiyê bêdeng nemîne û deriyê sînor ê Sêmalka veke.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand. Kartal Cejna Remezanê li gelê Kurd û cîhana Îslamê pîroz kir û xwest bibe wesîleya aştî, yekitî û piştgiriya civakî.
Kartal da xuyakirin ku Kurdên li Rojava cejnê bi hovîtî û komkujiyan pêşwazî dike û li hemberî bêdengiya hêzên navnetewî û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da. Kartal di peyama xwe de weha got:
"Çeteyên Eniya El Nûsra û Dewleta Îslam a Şam-Iraq ku qaşo li ser navê Îslamê şer dikin, li dijî gelê Kurd komkujiyan dikin. Li hemberî van komkujiyên li jin, zarok û mirovên sivîl tên kirin, raya giştî bêdeng e.
Polîtîkayên Ewropa, Emerîka û piştgiriya welatên cîdan ên li çeteyan tê zanîn, lê bêdengiya Serokatiya Herêma Kurdistana Federal û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê nayê fêmkirin. Li gel Cejna Remezanê girtina deriyê sînor ê Sêmalka û bêdengiya Hikûmeta Başûr li hemberî komkujiya li Rojavayê Kurdistanê nayê qebûlkirin.
Di vê pêvajoya hesas a xebatên Kongreya Netewî ya Kurd tê meşandin de, divê nêzîkatiya piştgirî û yekitiya netewî bi taybetî derkevin pêş û her kes xwedî li gelê Rojava derkeve."
Hevserokê KONGRA GEL Zubeyîr Aydar her weha bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nûnerên gel û bi hezaran siyasetmedar cejnê li zîndanan pêşwazî dikin û destnîşan kir ku divê serdanên cejna Remezanê di heman demê de bibin bingeha biryardariya li çalakiyên demokratîkbûyînê.
Kartal di dawiya peyama xwe de cejna Remezanê pîroz kir û ji têkoşîna azadiyê a pîroz a gelê Kurd re serketin xwest.