Ji Kurdan re dîwar, ji çeteyên 'cîran' re deriyê vekirî
Ji Kurdan re dîwar, ji çeteyên 'cîran' re deriyê vekirî
Ji Kurdan re dîwar, ji çeteyên 'cîran' re deriyê vekirî
Dewleta Tirk lez da lêkirina dîwarê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê. Piştî Nisêbîn-Qamişlo, Serêkaniya ser xet-bin xet, di navbera Efrîn-Kîlîsê de dîwar tê lêkirin. Sînorê Idlîp-Reyhanli, Girê Spî-Kaniya Xezalan ku li van deran çete cîranê Tirkiyê ne, bi her awayî vekirî ye û liv û tevger lê heye.
Dîwarên ku dewleta Tirk di bin navê "pêşîgirtina li qeçaxçitiyê" tên lêkirin, bi cihên lê dîwar tê lêkirin fêm dibe ku dîwar ji bo pêşgirtina li yekitiya Bakur û Rojavayê Kurdistanê ye.
Li herêmên ku di encama parastina YPG'ê de Kurdan rêveberiya wan xistine destê xwe dîwar tê lêkirin, li cihê çete lê bi bandor in sînorê ser bi Idlip, Girê Spî û derdora Ezazê ti hewldanek ji bo lêkirina dîwar xuya nake. Ev yek jî rastiya vê tespîtê nîşan dide.
Piştî Nisêbîn-Qamişlo û Serêkaniya ser xetê-bin xetê, ANF'ê wêneyê dîwarê ku di navbera Efrîn-Kîlîsê de tê lêkirin, kişand.
LI SER QEREQOLA SÎNOR NIVÎSA 'EFRÎN NAMÛS E'
Welatiyê bi navê Şiyar Ehmed ê debara xwe li ser sînor dike anî ziman ku Tirkiye ev du meh in amadekariyên dîwar dike û ev agahî da ANF'ê:
"Em rojane diçûn Kîlîsê û vedigeriyan. Kîlîs ji Efrînê nêzîktirî me ye. Berî du mehan ji qereqola Şîmşekê ya ser bi Kîlîsê dest bi lêkirina dîwar hat kirin. Me destpêkê gotin qey ewê dora qereqolê bigirin. Dûre me dîtin ku her diçe dîwar dirêj dikin. Ji qereqolê heta gundên dogançay û Tahtali dîwar lê kirin. Niha jî heta gundê Karnebiyê dewam dikin. Ev gund gundên Kîlîsê ne. Û bi îhtimaleke mezin dê heta gundê Şiltehtê dewam bikin. Ji ber ku li wê derê jî qereqolên sînor hene. Navê qereqolên sînor ên li wê derê Efrîn e. Li ser jî nivîsa 'Efrîn namûse' nivîsandine."
LI REYHANI, KANIYA XEZALAN ÇETE BI HÊSANÎ DIÇIN Û TÊN
Gundiyê bi navê Mesûd Elî yê bi bazirganiya sînor debara xwe dike da xuyakirin ku li girên pêşberî gundê wan Îkîdamê, maşînên kar destpêkê xendikên kûr kolandine dûre jî li van deran tang hatine bicihkirin.
Elî ragihand ku piştî birina tangan dozer û maşînên kar hatine anîn û got, "Dozerên li girên li hewşa qereqola Şîmşek û li Karnebiye yê li pêşberî gundê me nîşan didin, ku dê dîwar seranser bê lêkirin. Ev yek pêkanînek li dijî me ye. Yanî pêkanînek li dijî Rojava ye. Dixwazin dorê li me bigirin. Ji ber ku li cihên ku çete lê bi bandor in û bi hêsanî diçin û tên, pêkanînek wiha nîne. Li herêma Reyhanli ku li sînorê Idlipê ye, tiştekî wiha nîne. Dîsa li aliyê Kaniya Xezalan ê li ser sînorê Girê Spî ye tiştekî wiha nîne. Bi tenê li herêmên di destê me Kurdan de ne, vî dîwarê şermê lê dikin."
Elî ragihand ku beriya du mehan bi bêdengî dest bi lêkirina dîwar hatiye kirin û anî ziman ku beşeke dîwar a ji 1 km'yî temam bûye û lêkirina dîwar dewam dike.
Elî da xuyakirin ku dewleta Tirk dixwaze herêma di destê Kurdan de ye seranser bi dîwar dorê lê bigire û û destnîşan kir ku divê li dijî vê nerazîbûneke tund bê nîşandan.
GELO DÊ LI SÎNORÊ BAŞÛR JÎ DÎWAR BÊ LÊKIRIN?
Gelê herêmê diyar dike ku di dema pêş de li herêmên av lê tineye, dibe ku dîwarê bi heman rengî ji aliyê Başûr ve jî bê lêkirin.
Di rewş û bûyerên du-sê meh beriya destpêkirina lêkirina dîwar de, asta planên li dijî Rojava diyar dibû. Beriya sê mehan Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dabû xuyakirin ku ji bo şerê li Sûriyê dê artêşeke profesyonel bê avakirin û ev artêş wê bi giranî li ser herêmên sînor dest bi kar bike. Rewşeke din jî, rêxistinbûyîneke nû ya bi lihevkombûna partiyên mîna Azadî, El Partî û Yekitî bû.