Ji lêpirsîna alê kesek hat girtin

Ji lêpirsîna alê kesek hat girtin

Li Amedê ji 4 kesên di lêpirsîna alê ya 1. Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a BDP'ê de hatin binçav kirin, kesek hat girtin. 

Meclisa Ciwanên BDP'ê di 30'e Mijdarê de 1. Kongreya Asayi ya Meclisa Ciwanan pêk anîbû. Di kongreyê de kesekî ala Tirkiyeyê daxistin xwar û alozî derketin. Pişti aloziyê Midûriyeta Polîsan lepirsîn da destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de 4 kes hatin binçavkirin. Ji 4 kesên hatin binçavkirin jê kesek hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê.