Ji MAZLUM-DER'ê afîşek balkêş
Ji MAZLUM-DER'ê afîşek balkêş
Ji MAZLUM-DER'ê afîşek balkêş
Şaxa MAZLUM-DER'ê ya Amedê têkildarî kampanya "Bila sonda me bê rakirin" afîşek balkêş daliqand.
Şaxa MAZLUM-DER'ê ya Amedê têkildarî kampanya "Bila sonda me bê rakirin" û berî destpêka sersala nû ya perwerdeya 2013-2014'an afîşek ku bi gelek zimanan sondek cuda nivîsandiye li gelek panoyên reklaman dan. Di afîşan de "Sonda me" bi naverokek îronîk û gotinên balkêş hatin nivîsandin.
Afîşa ku MAZLUMDER'ê amade kir û li panoyan xist wiha ye:
"Ders: Zanîna Jiyanê
SONDA ME...
Ez bêjim kurd im, laz im, çerkez im, ermenî me, elewî me jî dîsa zane û jîr im. Ger ku ez mezin bibim û betal bimînim jî...
Karê min dîtina mezinan û lêdana biçûk e. Karê min ê destpêkê welatê xwe û warê xwe ji tirî bêtir hezkirin e. Rêgeza min, avêtina teqleyan, ketina xwar û çi dibe bila bibe bi keviran neyê binçavkirin e.
Ey! kurd, laz, çerkez, ermenî, elewiyên mezin, ez dew vedixwim ku ez dê di riya tu têde direve, hedefa tu nîşan dide, bêyî ku ez rûnêm ez dê bimeşim. Bila hebûna min ji bo hebûna kurd, laz, çerkez, ermenî û elewiyan bibe ceza. Çi kêfxewşiye kesên piştî ku bêjin kurd im, laz im, çerkez im, ermenî me û elewî me lêdanê bixwe. "