Ji Mehmûd Osman bo Rojava banga alîkariyê
Ji Mehmûd Osman bo Rojava banga alîkariyê
Ji Mehmûd Osman bo Rojava banga alîkariyê
Parlementerê Kur ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman bal kişand ser rewşa aborî ya gelê Rojavayê Kurdistanê û êrîşên rejîma Esad û komên çete yên bi desteka dewleta Tirk û ji hukûmeta Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Iraqê xwest ku alîkarî bide gelê Rojavayê Kurdistanê.
Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman li ser rûpela xwe ya Facebookê daxuyaniyek derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de belav kir û banga alîkariyê kir.
Daxuyaniya Osman wiha ye: “Welatiyên Kurdistana Sûriyeyê bi sedema êrîşên berdewam yên hêzên Rejîma Beşar Esed ji aliyekê ve û Tirkiye û xulamukên wê ji aliyek din ve û dorpêça aboriyên tund ketine di nav rewşek pir aloz û dijwar de û jiyana wan pir zehmet bûye: Beşek zêde ji wan koçber bûne û bi sedema barînak zêde di vê dawiyê de rewşa wan jî pir xirab bûye.
Herçend Herêma Kurdistanê berdewam alîkariyê ji wan re dişîne, lê dîsan beş nake û diviya zêdetir alîkariyê bide wan, ji ber ku eva erkek netewî ye li ser mile me. Herwiha daxwaz ji hikûmeta Iraq û Komîsiyona Bilind ya Penaberên Netewên Yekbûyî dikin ku alikariyên hewce ji wan re bişînin her weke çava ji bo hemû gorî û penaberên din yên Sûriyeyê dişînin.”