Ji Mexmûrê bo çareseriyê piştgirî
Ji Mexmûrê bo çareseriyê piştgirî
Ji Mexmûrê bo çareseriyê piştgirî
Penaberên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji ber şerê 30 sal in berdewam dikin koçber bûne, piştgirî dan pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Ji bo pêvajo vebiguhere aşitiyeke mayinde gelê Mexmûrê ji hukûmetê dixwaze ku pêngav biavêje.
Kampa Mexmûrê cihê penaberên ku weke penaberên Filistînî ku neçar mane li ser axa xwe bi awayê koçber bijîn e. Kampa ku şêniya wê ya niha zêdetirê 10 hezar e, niha jî hema bêje wêneyê şerê 30 salan radixe ber çavan.
Penaberên Kurd ji ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ên weke şewitandina gundan, neçar man koçber bibin û piştî çend rawestgehan sala 1998’ê li Mexmûrê bi cih bûn.
LI SER WELATÊ XWE BÛNE PENABER
Her çendî NY’yê statuya penabertiyê daye kampê, lê rewşa kampê ji kampên din ên NY’yê cûda ye. Ji ber ew ku ji Bakûrê Kurdistanê neçar man ku koçber parçeya başûr a welatê xwe bibin. Ango evane penaberên li ser axa xwe ne.
Her çendî çapemeniya Tirk kampê weke “kampa PKK’ê” bi nav bike jî, ji roja ku hate avakirin û vir li rastî gelek zextên dijwar hat. Tûrbeyên ji xîzê yên li têketina wargehê, wan rojan tîne bîra mirov û di wan rojan de Kurdên mexdûrên şer birçî hatin hiştin.
Salên destpêkê kamp ji nalyonan pêk dihat û 5-6 malbat neçar man ku bi hev re di bin van naylonana de bijîn. Bi birçîbûn û xizaniyê re rû bi rû man. Di nava bîranînên kampê de mirinên zarokan ên ji ber pêvedana dûvpişkan û birçîbûnê jî cihek girîng digirin.
DI SIYA ŞER DE JIYANEKE 'NORMAL'
Hewaya rojên berê li Mexmûrê nemaye. Jiyan di siya şer de çiqas norma bibe, li vir jî ewqas normal bûye.
Li kampê biryar ji aliyê Meclîsa Gel û rêveberiya ku bi hilbijartinê pêk hatiye ve tên girtin. Li gel Meclîsa Gel, Meclîsa Jinan jî xwedî mafê biryarê ye. Zarok ji dibistana seretayî heta amadeyi li wargehê bi zimanê xwe yê zikmakî dersan dixwînin. Mufredat jî ji aliyê mamosteyên dibistanê ve tê diyarkirinç. Her wiha rêjeya xwendina zanîngehê jî li Mexmûrê pir zêde ye.
Li kampê tenê derfeteke kar heye ew jî dikan in. Ji bilî wê piraniya xortên kampê li Hewlêr di sektora avahîdanînan de kar dikin.
Di saetên êvarê de li kolanên kampê liv û tevgera şêniyên kampê zêde dibin. Dengê zarokan qet kêm nae. Di saetên sibê de jî jin ji bo girtina ava vexwarinê bi bîdonên di destê xwe ve li ber tankeran kom dibin.
NY ALÎKARIYA ZAD Û XÛREKAN QÛT KIR
Zad û xurekên sereke li wargehê ji aliyê NY’yê ve dihate dayin. Lê gelê wargehê da zanîn ku ev 6 me in NY alîkarî nedaye wan. Mexmûriyên ku dixebitin, bi xwe pêwîstiyên xwe pêk tînin û piştgiriyê didin malbatên ku kesek wan tune bixebitin.
KAMPA ŞEHDÎ RUSTEM
Navê kampa Mexmûrê, bi biryara Meclîsa Gel bûye Kampa Şehîd Rûstem. Ev jî navê endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Rûstem Cûdî yê ku 10’ê cotmeha 2011 de di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû ye.
Bi salane abîdeya şer li kampê heye. Li Saziya Malbatên Şehîdan bi sedan wêneyên bi sedan kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane hene. Ev yek nîşan dide ku ji her malbateke a Mexmûrê hema bêje herî kêm kesek jiyana xwe ji dest daye.
JI BO PLANA ÇARESERIYÊ A OCALAN DESTEKE TAM
Mexmûr ne kampeke ji rêzê ye. Ji 7 heta 70 salî, hema bêje hemû şêniyên kampê pêşketinên siyasî yên ku dahatûya wan eleqeder dike dişopînin. Di van rojan de jî di rojeva wan de pêvajoya muzakereyan heye. Di nava şêniyên kampê de nebaweriya bi hukûmeta AKP’ê ya ji bo muzakereyan zêde ye. Lê desteka wan a ji bo pêvajoya çareseriyê ya Ocalan pir xurt e.
Serokwezîrê Tirk Erdogan rojên borî gotibû ku dibe kamp were valakirin. Lê gelê Mexmûrê balê dikişîne u dê dahatûya kampê girêdayî biryarên tevgera azadiyê ya Kurdan be.
Wêne: Rozan Serhat-Arzu Demir