Ji MEYA-DER'ê banga beşdariya mîtînga 1'ê Îlonê

Ji MEYA-DER'ê banga beşdariya mîtînga 1'ê Îlonê

MEYA-DER'ê da xuyakirin ku ewê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi coşa Newrozê pêşwazî bikin û banga beşdariya li mîtîngê kir.

Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Mirovên xwe wenda kirine ya Mezopotamyayê (MEYA-DER) ya Amedê, de barê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Sekreterê Giştî yê MEYA-DER'ê Kasim Pervane li civînê axivî, dîroka 1'ê Îlonê bibîr xist û diyar kir ku cîhan di lêgerîna aramî, wekhevî, edalet, demokratîkbûyîn, yekitî û jiyanê de ye.

Pervane diyar kir ku polîtîkayên tinekirin, asîmîlasyon û qirkirinê hînê li hemberî gelê Kurd tên meşandin û destnîşan kir ku hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo bidawîkirina şer, bi feraseta "înkar" û "yekperestî" ya hikûmeta AKP'ê, tê xwestin werin pûçkirin.

Pervane got, "Em careke din bang li hikûmetê dikin ku ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriyê, gavên pêwîst biavêje. Weke gelê Kurd, em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin. Bi vê bîr û baweriyê em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi coşa Newrozê beşdarî mîtînga me ya 1'ê Îlonê bibe."