Helîkopterên Misirê gundê li nîvgirava Sînayê yê ku tê îdîakirin milîtanên Îslamî têde ne bombebaran kirin. Di encamê de 20 kes mirin.
Bi vî awayî Misirê ji sala 1973’yê ve yekem car piştî şerê Ereb-Îsraîlê li Sînayê fuze bi kar anî. Êrîş piştî ku 16 hêzên ewlekariyê yên li Sînayê hatin kuştin pêk hat. Yek ji rayedarên artêşê yên li Sînayê ragihand ku piştî wana agahî girtiye ku li gundê Toumahê militant hene, ev operasyon li dar xistin û di encamê de 20 kes hatin kuştin.
Operasyona artêşa Misirê ya li herêma nêzî sînorê Îsraîlê berdewam dike û herêma Şêx Zuweyd tê bobmebarankirin. Hat ragihandin ku milîtanên li vir, li bajarê Arîş ê li ser sînor Îsraîlê êrîşê hêzên Misirê kiribûn û di encamê de sê polîs û sivîle birîndar kiribûn.
Heta niha kiryarên vê êrîşa li ser sînorê Misir, Îsraîl û Şerîda Xezze ya Filistînê pêk hat, nehatine zelakirin. Îsraîlê 6 cenazeyên şewitî yên ku tên gotin ên milîtanan in radestê Misirê kir. Lê belê nasnameya wan nehate aşkerekirin.
Rayedarên Misirî û Îsraîlî, milîtanên Îslamî yên li herêmê weke berpirsên êrîşa ku 16 endamên ewlekariya Misirê têde jiyana xwe ji dest dan destnîşan kiribû. Serokkomarê Misirê Muhemed Mursî dabû diyarkirin ku dê artêş li herêmê ewlekariyê pêk bîne.