Ji muxalefeta Sûriyeyê û kurdan li hemberî Erdogan nerazîbûn
Ji muxalefeta Sûriyeyê û kurdan li hemberî Erdogan nerazîbûn
Ji muxalefeta Sûriyeyê û kurdan li hemberî Erdogan nerazîbûn
Astengkirina heyeta Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Muxalefetê û Şoreşa Sûriyeyê ku dê duh ji bo peymana bi Desteya Bilind re bihata Serêkaniyê lê rayedarên Tirkiyeyê destûr nedebû, ji aliyê kurdan û muxalefeta Sûriyeyê ve hate şermezarkirin. Her du aliyan gotinên Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ên wekî, “Em destûrê nadin li bakûrê Sûriyeyê rewşek otonom çêbibe” jî rexne kirin û bersiva, “Ev pirsgirêka gelên Sûriyeyê ye, bila Erdogan li welatê xwe binêre” dan.
Piştî şer û pevçûnên li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, hêzên muxalefetê neçar man ku Desteya Bilind a Kurd muxatab bigirin û hevdîtinan pêk bînin. Piştî hevdîtina ku di 17’ê Sibatê de di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Azad de û peymana hatiye îmzekirin, wekî aliyên siyasî Desteya Bilind û Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Muxalefetê û Şoreşa Sûriyeyê jî biryara hevdîtinê girtin. Di vê çarçoveyê de duh li bajarê Serêkaniyê hevdîtin hate pêkanîn û peymana YPG’ê û Artêşa Azad hate erêkirin.
Lê heyeta Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Muxalefetê û Şoreşa Sûriyeyê ku 8 kesan pêk dihat û wê aliyê Tirkiyeyê bihata, ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve hate astengkirin. Li şûna heyetê tenê 2 kes hatin hevdîtinê. Balkêş e ku çend roj beriya vê hevdîtinê jî Serokwezîrê Tirkiyeyê R. Tayîp Erdogan, dema ji welatên ereban vedigeriya Tirkiyeyê, bersiv dabû rojnamevanên tirk û gotibû, “Em destûr nadin ku li bakûrê Sûriyeyê tiştek wekî otonomî û federasyonê pêk were, ev dê perçebûnê bîne û mafekî din dide me...”
Ev pêkanînên Tirkiyeyê û gotinên Erdogan hem ji aliyê hêzên kurdan hem jî ji aliyê muxalefeta Sûriyeyê hatin şermezarkirin û bersiva, “Ev ne pirsgirêka wan e, bila Tirkiye li hundurê xwe binêr e” dan.
ENDAMÊ MUXALEFETA SÛRIYEYÊ OSMAN: BILA PIRSGIRÊK SÛRIYEYÊ JI GELÊN WÊ RE BIHÊLIN
Endamê heyeta Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Muxalefetê û Şoreşa Sûriyeyê Ebdilbarî Osman, destnîşan kir ku ji bo hevdîtinê heyeta wan a ji 8 kes pêk dihat û wê 4 kes bihatana, lê pirsgirêk derketin û tenê 2 kes hatine. Osman, got ku pirsgirêk ji aliyê Tirkiyeyê ve çêbûye û wiha dom kir: “Nexwestin heyet bi temamî were. Belkî biryarek wan hebe ku heyet derbas nebe, an jî hinek derbas bibin jî venegerînin. Lê me vegerînin û ne vegerînin jî em hatin. Endamên heyetê nehatin lê peymanê pîroz dikin. Maaz El Xetîp, Mişel Kîlo û yên din pîroz dikin. Dema em hatin jî bi me re axivîn û keyfxweşiya xwe anîn ziman.”
Ebdilbarî Osman, destnîşan kir ku Tirkiyeyê hîn negihîştiye wê baweriyê ku kurd hêmanek bingehîn ji neteweyên Sûriyeyê ne, lewre li dijî cîranên xwe tevnagerin û wiha pê de çû: “Em dixwazin mafên me bi riya demokratîk li her derê bêne çareserkirin. Em tîyên xwînê nîn in, em alîgirên aştiyê ne. Înşallah carekedin vê pirsgirêkê ji me re dernaxin.”
Li ser gotinên Erdogan jî Osman ev tişt anîn ziman: “Erdogan berê behsa xetên sor dikir, lê ez bawerim ev biryar biryarên kurd û gelên Sûriyeyê ne, ne bi destê Tirkiyeyê ye. Ger ku pirsgirêk li cem wan hebin, bila pirsgirêkên xwe bixwe çareser bikin û pirsgirêkên Sûriyeyê jî, ji gelên Sûriyeyê re bihêlin.”
ENDAMÊ DESTEYA BILIND ALDAR XELÎL: DIVÊ HEMÛ KES LI DIJÎ LÎSTIKAN HIŞYAR BIN
Endamê Desteya Bilind Aldar Xelîl li ser danustendinên di navbera muxalefetê û îradeya kurd de rawesitiya û ev tişt gotin: “Piştî pevçûnan hêzên îtîlafê û Desteya Bilind ji bo ku peymana di navbera hêzên leşkerî de hatibû îmzekirin, erê bikin, hatin cem hev. Serokê Koalîsyona Muxalefeta Sûriyeyê Maaz El Xetîp silav şandin û got ku ewê peymanê îmze bike. Her wiha Burhan Xelyun û Mişel Kîlo jî gotin ku ew ê jî îmze bikin. Di encamê de lihevhatin pêk hatiye. Ev sîwana siyasî di dema pêş de dikare rê li pêşiya mudaxeleya herêmên me bigire.”
Aldar Xelîl, li hemberî pêkanînên ku dibe peymanê binpê bikin jî got ku wekî herdu alî wê ji bo mayindebûna peymanê tevbigerin û wiha dom kir: “Aliyê din diyar kiriye ku ewê li gorî peymanê tevbigerin. Lê wekî aliyê kurd hemû kes girêdayî biryarên Desteya Bilind e û li gorî wê tevdigerin. Hêzên din jî dibêjin ku ewê li ser komên xwe zorê bikin ku li gorî peymanê tevbigerin.”
Xelîl, bertek nîşanî gotinên Erdoğan dan û ev tişt anî ziman: “Edogan aşkera dibêje ku ew nahêlin pêşketinek li Sûriyeyê pêk were û hewldanên ji bo aştiyê yên li Sûriyeyê qebûl nakin. Erdoğan divê tevlî karê Sûriyeyê nebe. Suriye û Rojava şoreşa xwe bixwe dike, ne karê wî ye. Pirsgirêkên me di nava me bixwe de ne. Lê ew serokê hikûmetekê ye, ku wisa dibêje dibe ku gelek lîstok jî çêbibin, lewre divê hemû kes li dijî lîstokan hişyar be.”
ENDAMÊ DESTEYA BILIND Û RÊVEBERÊ EL PARTÎ SEUD MELLE: TIRKIYE JIXWE DITIRSE
Endamê Desteya Bilind û rêveberê El Partî (ya Hekîm Beşar) Seud Melle jî, destnîşan kir ku li çar perçeyên Kurdistanê wê kar bikin ku destûrê nedin destwerdana derve. Seud Melle, bal kişand ku wê hewldanên Tirkiyeyê yên mudaxelekirinê dom bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî li hemberî destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê Erdogan û hikûmeta wan dê her tiştî bikin. Tirsa wan ji Kurdistana Tirkiyeyê ye. Di zanin ku tesîrek mezin wê li ser wir çêbibe. Lê ev tirs dê bi serê wan bê. Ji ber ku Kurdistana Tirkiyeyê roj bi roj pêş dikeve û wê mafên xwe bigire. Ev mijar bi kuştin û êrîşan çareser nabe, bi riya diyalogê wê çareser bibe. Emê bi vî rengî bikarin mafên xwe bidest bixin.”
Melle, li dijî gotinên Erdogan jî ev bersiv da: “Beriya ku hun li Sûriyeyê pirsa mafê gelê kurd bikin, divê hûn destpêkê li ser mafên kurdên Kurdistana Tirkiyeyê rawestin. Ger tu vê pêvajoyê li gorî xwe bidî şixulandin û li dijî Kurdistana Tirkiyeyê bikar bînî, şaş î. Em vêya ji Ereban, farisan û Tirkan re dibêjin, ger ku hûn behsa dostaniya kurdan dikin, divê hûn destpêkê mafên gelê kurd ê li welatê xwe nas bikin.
Melle, li hemberî va hewldanan li ser girîngiya yekîtiyê rawestiya û wiha got: “Yekîtiya Kurd û tevgerên kurdan ji aliyê hemû kesî ve tê xwestin. Tişta girîng yekîtiya me ye. Niha li her çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat alîkariyê dişînin Rojavayê Kurdistanê, ev jî mînaka yekîtiyê ye.”