Ji Navenda Parastina Gel ji bo fermandar Gîap peyam
Ji Navenda Parastina Gel ji bo fermandar Gîap peyam
Ji Navenda Parastina Gel ji bo fermandar Gîap peyam
Fermandariya Navenda Parastina Gel, ji bo fermandarê efsanewî yê Vîetnamê Gîap ê di 102 saliya xwe de çavên xwe li jiyanê girt peyamek weşand û ji gelê Vîetnamê re sersaxî xwest. Navenda Parastina Gel destnîşan kir ku di rûniştandina gerîlatiya li Kurdistanê de para fermandar Gîap heye û got, "Weke şopdarên fermandar Gîap, emê bîranîna wî her tim di têkoşîna xwe de bidin jiyîn."
Fermandariya Navenda Parastina Gel, bi wesîleya ji destdayîna jiyana fermandarê efsanewî yê artêşa Vîetnamê General Vo Ngûyen Gîap peyama sersaxiyê weşand. Navenda Parastina Gel destnîşan kir ku di rûniştandina gerîlatiya li Kurdistanê de para fermandar Gîap heye û ji gelê Vîetnameê re sersaxî xwest. Navendê got, "Weke şopdarên fermandar Gîap, emê bîranîna wî her tim di têkoşîna xwe de jîndar bikin."
Peyama Navenda Parastina Gel wiha ye:
"Em bi xemgînî pê hesiyan ku lehengê neteweyî yê gelê Vîetnamê, fermandarê mezin ê gerîla hevalê Nû Ûgûyen Gîap jiyana xwe ji dest daye.
General Gîap, ku di şert û mercên bê derfetiyê yê gelekî xizan de, bi bawerî û dîsîplînê re ji berxwedana li dijî hêzên herî mezin ên cîhanê re pêşengî kiriye û bi pratîka xwe re nîşan daye nebez e. General Gîap milîtanekî şoreşger e ku di tevahiya jiyana de, tevî dijmin hurmeta her kesî qezen kiriye. Lehengiya wî, afirîneriya wî ya taktîkî, çalakvahiya wî ya gerîlatiyê, mejiyê wî yê tûj û bi lez ê leşkerî, ji Asya Dûr heta Emerîka Latînî, li tevahiya Cîhan û Kurdistanê ji gerîlatiyê re bûye çavkanî.
Ev dehayê leşkerî û şervanê gel, ji destpêkê ve bala Rêberiya şoreşa Kurdistanê kişandiye û ji bo Serok Apo û fermandarê leheng ê Kurdistanê hevalê Egîd re bûye îlham. Di pêkhatina Pêngava 15'ê Tebaxê ya dîrokî û rûniştandina gerîlatiya li Kurdistanê para wî heye.
Mîna hemû gelên ji bo azadiyê têdikoşin gelê Kurd jî wê li General Gîap bigere û gerîlayên azadiyê yên di ronahiya wî de dimeşin, dê destanan her binivîsînin.
Li ser vê bingehê, ji ber ku fermandarê mezin beşdarî karwana nemiran bû, di serî de gelê Vîetnamê em ji tevahiya gelên dilsozên azadiyê re sersaxiyê dixwazin û destnîşan dikin ku weke şopdarên Gîap emê bîranîna wî weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê her tim di têkoşîna xwe de bidin jiyîn."