Ji Navenda Parastina Gel peyama 15'ê Tebaxê

Ji Navenda Parastina Gel peyama 15'ê Tebaxê

Navenda Parastina Gel, bi wesîleya salvegera pêngava 15'ê Tebaxê peyamek weşand û destnîşan kir ku gerîla di her pêvajoyê de ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiyaye. Di peyamê de hat gotin, "Tevahiya hêzên HPG'ê wê di xeta çareseriya demokratîk û diyalogê ya Rêber Apo de sekneke biryardar nîşan bidin, li gorî hemû gengaziyan bi awayekî rast û bi hêz xwedî li wezîfeyên xwe yên demî derkevin."

Navenda Parastina Gel, bi wesîleya 29. salvegera 15'ê Tebaxê peyamek weşand.

Navenda Parastina Gel da xuyakirin ku li welatê herî kevnare yê Rojhilata Navîn Kurdistanê, 15'ê Tebaxê li dijî înkar, tinekirin û qirkirinê weke gaveke mirovane derketiye holê û cejna vejînê ya gelê Kurd pîroz kir.

Di daxuyaniya navendê de weha hat gotin: "Em Cejna Vejînê ya tevahiya gelê xwe û dayikên xwe yên şehîdan pîroz dikin. Em careke din soz didin ku di kesayetiya fermandarê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) de emê bîranîna hemû şehîdên xwe bi serxistina têkoşîna afirandina Kurdistana azad, jîndar bikin."

Di peyamê de behsa mercên derketin 15'ê Tebaxê hat kirin û hat gotin, "Li Kurdistanê li dijî zextên giran, kuştin, asîmîlasyon û siyaseta tinekirinê, ku bi cûntaya leşkerî ya 12'ê Îlonê re veguherî qirkireke piranî û hewl dihat dayîn ku gelê Kurd bi temamî ji holê bê rakirin, ne dibû ku mirovên xwedî wicdan bêdeng bimînin û serê xwe bitewînin. Di rastiya welatekî bi vî rengî de, xwedîderketina li nirxên mirovahiyê yên hatine binpêkirin, bi tenê bi pêngaveke dîrokî ya mîna 15'ê Tebaxê dibû. Di demeke ku gelê Kurd hatibû ber tinebûnê, xebaten şoreşgerî yên bi pêşengiya Rêber Apo hatin meşandin, bi Pêngava 15'ê Tebaxê re pratîk bû û vê yekê li Kurdistanê rûpeleke nû vekir.

'15 TEBAXÊ NE TENÊ DESTPÊKA TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ YE'

Fîşeka yekemîn a bi pêşengiya fermandar Egîd di Pêngava 15'ê Tebaxê de hat teqandin, ne tenê destpêkirina têkoşîna çekdarî bû. Ev fîşek di heman demê de xwedî taybetmendiyên îdeolojîk, çandî û civakî ye, gava yekemîn a xwedîderketina li mirovahiyê ye. Di kesayetiya mêtîngeriyê de, fîşeka li koletiya Kurd e, lîstika tinekirina gelê herî kevnare yê dîrokê gelê Kurd, xera kiriye, rûyê reş ê mêtîngeriyê kifş kiriye û bûye sedem ku gelê Kurd hişyar bibe û xwedî li rastiya civakî derkeve."

Navenda Parastina Gel da xuyakirin ku bi 15'ê Tebaxê re gelê Kurd ji nû ve dest bi vejîn û berxwedanê kiriye û şoreşeke vejînê jiyaye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku vê şoreşê bandor li tevahiya beşên civakû û hemû parçeyên Kurdistanê kiriye û weha hat gotin:

"Ev şoreşa vejînê ya xwe dispêre nêrîna hemdem a Rêber Apo, têkoşîna gerîla veguherandiye têkoşîneke civakî û li Kurdistanê şoreşa civakî û ramanî pêk aniye. Ev pêngava şoreşgerî ku berxwedan û vejîna bindestan a li dijî serdestan e, kedkar bi felsefeya Apoyî bi hêz kir û di heman demê de li Kurdistanê şoreşeke jinê afirandiye. Jin di nava civakê de kiriye xwedî vîn û hêza pêşeng.

ŞER Û MERCÊN PÊKHATINA KONGREYA NETEWÎ AFIRAND

Têkoşîna azadiyê ya li ser bingeha giyana Pêngava 15'ê Tebaxê, bandor li tevahiya parçeyên Kurdistanê kiriye û bi afirandina giyaneke netewî re hemû sînorên navbera parçeyên Kurdistanê ji rewşa astengdariyê derxistiye, têgihiştina eşîrî, mezhebî û parçebûyî ya li Kurdistanê ji holê rakiriye, di şûna wê de nêrîneke nû ya demokratîk û netewî li nava civakê afirandiye. Vê pêngavê li Bakur rê li ber hişyarbûn û berxwedanê vekiriye, li Başûr bingeha avabûna sîstema federal û deskevtiyan afirandiye, li Rojhilat têgihiştin û baweriya netewî kûr kiriye û li Rojava jî bingeha şoreşa îro afirandiye. Encamên vê pêngavê, gelê Kurd li Rojhilata Navîn ji rewşa fîguraniyê derxistiye, kiriye aktorekî sereke. Ev pêvajoya têkoşînê, li Kurdistanê bingeha yekitiya demokratîk û netewî xurt kiriye, şert û mercên afirandina Kongreya Netewî derxistiye holê."

Di daxuyaniya Navenda Parastina Gel de hat destnîşankirin ku Pêngava 15'ê Tebaxê û giyana wê ya berxwedanê, gelê Kurd biriye pêvajoya çareseriyê û hat gotin:

"Serketina Pêngava 15'ê Tebaxê di destpêka salên 1990 de xwe da der û vê yekê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ferz kiriye. Rêber Apo li ser bingeha vê rastiyê, ji Adara sala 1993'an û vir ve ji bo pêkhatina pêvajoya çareseriya demokratîk li Kurdistanê, ketiye nava xebateke dorfireh."

‘GERÎLA WÊ LI GORÎ HEMÛ GENGAZIYAN XWEDÎ LI WEZÎFEYÊN XWE DERKEVIN’

Di peyamê de hat destnîşankirin ku gerîla di her pêvajoyê de, bi awayekî xurt xwedî li wezîfeyên xwe derketiye û û helwesta gerîla ya di vê mijarê de jî weha hat kurteberkirin:

"Di vê qonaxa dîrokî ya têkoşîna me de, gerîlayên azadiya Kurdistanê wê bê şik û guman, di xeta Rêber Apo de xwedî sekneke biryardar be, ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê her dem di pozîsyoneek bi bandor û çalak de be. Di xeta çareseriya demokratîk û diyalogê ya ji aliyê Rêber Apo ve tê meşandin, hemû hêzên gerîla wê sekneke biryardar nîşan bidin, li ser vê bingehê hemû gengaziyan di ber çavan re derbas bikin û bi hêzeke mezin xwedî li wezîfeyên xwe derkevin."