Ji Nexweşxaneyê re nîne, ji Îmam Xetîbê re heye
Ji Nexweşxaneyê re nîne, ji Îmam Xetîbê re heye
Ji Nexweşxaneyê re nîne, ji Îmam Xetîbê re heye
Li navçeya Wan Qelqeliyê, ev du sal in Nexweşxaneya Dewletê nehatiye temamkirin, lê belê Lîseya Îmam Xetîp a beriya du mehan dest bi înşaeta wê hat kirin, xelas bû. Şêniyên navçeyê yên pêwistiya wan bi nexweşxaneyê heye, ji vê rewşê bêzar in.
Navçeya Wan Qelqeliyê, ku xwedî bajarokek, 50 gund û 4 taxane û 75 hezar şêniyên wê hene, rewşa nexweşxaneya wê ya dewletê, gelekî xerab e. Li nexweşxane ku mîna hêlîna mîkroban e, jin û mêr heman tiwaletê bikar tînin. Di vê rewşê de beriya 2 salan înşaeta nexweşxaneya dewletê destpê kir, lê belê hînê ne qediyaye. Înşaeta Lîseya Îmam Xetîp a beriya 2 mehan destpê kir jî, di deme kurt de bi dawî bû.
Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê di sala 1952'an de weke Navenda Tenduristiyê ya ji 10 doşekan hat avakirin. Dûre di sala 1995'an de di meha Kanûnê de weke Nexweşxaneya ji 25 doşekan dest bi kar kir. Lê bi zêdebûna nifûsê re, du avahiyên derve hatin kirêkirinn û li van deran xizmeta tenduristiyê hat dayîn. Di erdhejma 2011'an de avahiya nexweşxaneyê zerar dît, lê belê ji ber avahiyeke nû tineye, xizmeta tenduristiyê hînê li vê avahiya xerabe tê dayîn. Nexweşxaneya nû ya dewletê ku beriya du salan înşaeta wê destpê kir, hînê temam nebûye. Ev xemsariya li pêşberî çêkirina avahiya nexweşxaneyê, li nerazîbûna gel rast tê.
ÎMAM XETÎP TEMAM, ÎNŞAETA NEXWEŞXANEYÊ DEWAM
Tevî ku înşaeta nexweşxaneyê naqede, Lîseya Îmam Xetîp a Qelqeiyê ku beriya 2 mehan dest bi çêkirina wê hat kirin, temam bû û xwe gihand sala nû ya hîndekariyê. Li navçeyeke xwedî 75 hezar nifûsî, di şûna çêkirina nexweşxaneyekê de, avakirina Lîseya Îmam Xetîp, girîngiya hikûmeta AKP'ê ya li tenduristiya mirovan radixe ber çavan. Welatiyên di vê derbarê de ji me re axivîn bal kişandin ser gotina Serokwezîr a "Ciwanên oldar" û got, "Bi vî rengî wê herkesî nexweş bikin." Gel li dijî vê ne razî ye, lê rayedar jî der barê mijarê de agahiyan nadin.