Ji niha ve bi sedhezaran li qada Newroza Amedê ne

Ji niha ve bi sedhezaran li qada Newroza Amedê ne

Ji niha ve bi sedhezaran kes ji bo tevlî mitînga Newroza dîrokî ya Amedê ku dê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têde bê xwendin bibin, li qada Newrozê bi cih bûn. Di qada Newrozê de bê navber dirûşimên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz” tên qîrîn.

Li gel vêketina ronahiyên qada Newrozê bi sedhezaran bi kincên xwe yên neteweyî ve daketin qada Newrozê. Bi sedhezaran kesên ku diçin qada Newrozê dirûşima “bijî Serok Apo” diqîrin û hejmara wan her ku diçe zêdetir dibe.

Bi sedhezaran kes bi otobus û wesayitên taybet ji şeqamên mezin ên Amedê Ekîncîler, Qada Deriyê Çiyê, Deriyê Riha, Şehîtlik, Oryil, Dortyol û hemû rawestgehên Amedê berê xwe didin qada Newrozê.

Tê diyarkirin ku ji niha ve hejmara kesên li qada Newrozê gihiştiye bi sedhezaran. Ji şevê din ve bi sedhezran kes bi dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz” û “PKK gel e, gel li vir e”, “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdan re Statu” dadikevin qadê û govendê digerînin.

NAVÇEYÊN AMEDÊ VALA BÛN!

Li aliyekê bi sedhezaran ji niha ve li qada Newrozê ya Amedê kom bûne, li aliyeke din jî navçeyên Amedê hema bêje hemû vala bûn. Bi dehhezaran gelê navçeyên Amedê berê xwe dan Amedê. Bi taybet navçeyên Bismil, Farqîn û Erxenî ji mirovan vala bû. Bi dehhezaran ji navçeyên Amedê berê xwe dan qada Newrozê. Li navçeyan bêdengî serdest e.