Ji Nivîskarên Kurd çalakiya nivîs nivîsandinê
Ji Nivîskarên Kurd çalakiya nivîs nivîsandinê
Ji Nivîskarên Kurd çalakiya nivîs nivîsandinê
Endamên Komeleya Nivîskarên Kurd, astengkirina derbasbûna wan a Rojava li ser xeta sînor bi nivîsandinekê şermezar kirin.
Endamên Komeleya Nivîskarên Kurd, ji bo rewşa gelê Rojava di cih de bibînin çûn Deriyê Sînor a li Bajaroka Dirbêsiyê ya girêdayî navçeya Qoserê ya Mêrdînê. Nivîskarên ku ji duh ve hatine deriyê sînor ji hêlaWezareta Navxweyî ya Tirk ve hatin astengkirin. Di derî de ku heta fermana Walîtiya Mêrdînê neyê ew nikarin wan berdin.
Walîtiya Mêrdînê jî ragihand ku, ew li benda agahiyaWezareta Navxweyî ya Tirk in, lê heta niha tu agahî ji wan re nehatiye. Nivîskarên ku şev li ser sînor derbas kirin, bi çalakiyên cur bi cur bendêmayîna xwe berdewam dikin. Nivîskaran jî 20 metre nêzî têlên sînor mase û kursî danîn û çalakiya nivîsandinê kirin.
Nivîskaran hestên xwe yên derbarê rewşa Rojava nivîsandin, helwesta dewlet û hikumeta AKP ya astengkirina wan şermezar kirin. Nivîskaran bi sernavên wekî "Rojava", "Berxwedana Rojava û serfkeftina kurdan", "Tenêtiya Rojava", "Gelê Rojava û piştgiriya gelê Kurd" nivîs nivîsandin. Her wiha nivîskaran nivîsên xwe bi dengên bilind xwendin. Helbestên ku hatin xwendin kêliyên bihestiyar dan jiyan kirin.
Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz di derbarê armanca çalakiya xwe de axaftinek kurt kir û diyar kir ku, ligel hemû serlêdanên wan rayedarên dewlet û hikumetê ew asteng kirine. Yilmaz da zanîn ku, çalakiya wan ji rewşenbîrî zêdetir peywireke mirovahiyê ye û hikumetê bersiveke neyînî dide vê yekê.
Yilmaz wiha got: "Em tên astengkirin. Em weke nivîskarên Kurd vê astengiyî binivîsandinê şermezar dikîn. Em weke rewşenbîr ji bilî kevir, sloganan me jî xwest bi nivîsê van helwesta wan şermezar bikîn. Heke destûr neyê dayîn em dê çalakiyên xwe yên bi vî awayî berdewam bikîn."
Wezareta Navxweyî ya Tirk hêjan tu bersivek nedaye, rawestandina nivîskaran jî didome.