Ji NY’yê bo DYA’yê hişyariya wesayîtên bê mirov ên hewayî

Ji NY’yê bo DYA’yê hişyariya wesayîtên bê mirov ên hewayî

Raportorê taybet ê mijarên Mafê Mirovan û Dijî Terorê yê Neteweyên Yekbûyî NY Ben Emmerson ragihand ku divê DYA bi xwe li hemberî êrîşên balefirên bê mirov ên hewayî de lêpirsîneke serbixwe bide destpêkirin, ger vê yekê neke, NY neçar e ku bikeve dewrê.

Beriya vê daxuyaniya Emmerson balefirên bê mirov ên DYA’yê li eyaleta Wezîrîstana Bakûr a Pakîstanê êrîşê wesayîtekê ku dihat gumankirin a milîtanên Talîbanê ye kirin û di encamê de 4 kes hatin kuştin.

Ev êrîşên DYA’yê di raya giştî ya Pakîstanê de li rastî nerazîbûnên tund tên. Rayedarên Pakîstanê jî beriya niha dabûn diyarkirin ku ev êrîşên DYA’yê serweriya dewleta Pakîstanê bin pê dikin.

Emmerson ji bo civîna Konseya Mafê Mirovan a NY’yê ku dê di adarê de pêk bê raporek amade dike. Emmerson da zanîn divê ev êrîşên pêk tên ji bo lêkolînên qanûnî aşkere bin û lêpirsîn bi aşkereyî pêk bên.

Emmerson destnîşan kir ku DYA bi awayeke berfireh hemû êrîşan tomar dike û diyar kir ku divê mirovên çavdêrên serbixwe van dîmenan lê bikolin û biryar bidin ku ka ev êrîş rewa ne an na.

Emerson bi bîr xist ku rêveberiya Obama van êrîşên balefirên bê mirov bi fermî ne qebûl dike û ne jî înkar dike û ragihand ku divê DYA bi xwe li hemberî êrîşên balefirên bê mirov ên hewayî de lêpirsîneke serbixwe bide destpêkirin, ger vê yekê neke, NY neçar e ku bikeve dewrê.